AYM'ê daxwaza girtiyê nexweş Aktaş red kir 2016-10-17 17:07:16 STENBOL (DÎHA) - Parêzer Gulîzar Tuncer ji bo muwekilê xwe Engîn Aktaş ê nexweş û 2 destê wî hatine jêkirin serî li AYM'e da û xwest muwekilê wî bê berdan. Lê AYM'ê daxwaza parêzer a ji bo Aktaş red kir. Girtiyê nexweş Engin Aktaş ê li Girtîgeha R a Menemenê di bin tercîdê de tê girtin û 2 destê wî tune, nikare bi serê xwe bişî û divê serbest bê berdan. Parêzera Aktaş Gulizar Tuncer, di 4'ê Tebaxê de serî li AYM'ê da û xwest muwekilê wê serbest bê berdan. Lê heyeta Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daxwaza parezer red kir û Parêzera Aktaş, anî ziman ku li gorî xala 71'an a Qanuna Bingehîn rêzikname hatiye îhlalkirin û ev pey pêşkêşî Wezareta Dadê kir. AYM'ê bêyî ku bi Prz. Gulizar Tuncer re hevdîtin bike biryar girt û daxwaza parêzer red kir. Îşkence red kir Heyeta dadgehê îdîa kir ku îşkence tune û girtîgehên wan bê pirsgirêk in. Heyetê îdîa kir ku mafê girtiyan nehatiye îhlalkirin û binpêkirina mafan tune ye. Tuncer, da zanîn ku ev biryarek AYM'ê biryarek minak e û li gel ku îspat kirine ku ihlal heye jî dîsa heyeta AYM'ê serlêdana wan red kiriye. Tuncer, da zanin ku gel ku Aktaş girtiyê nexweşê giran e jî dîsa ev daxwaz û serlêdana wan hatiye redkirin û mafê Aktaş hatiye îhlalkirin. (mae)