DAIŞ'a çima Dabiq dewrî Tirkiye kir 2016-10-17 15:56:43 RIHA (DÎHA) - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser navê şerê bi DAIŞ'ê û "Herêmên Ewlehiye" şer û dagirkeriya Sînorê li Rojava berdewam dike. TSK ku dikeve sînorê Rojava komên çekdar herêmê teslîmî Tirkiye dikin û diçin. Endamên DAIŞ'e ku Dabiq wekî "Warê Şerê pîroz" bi nav dikir û li wir kom bûbûn, qasabayên Dabiq û Soran vala kirin û ji Tirkiye re hiştin. Artêşa Fetih El Şam (El Nusra), Ehrar El Şam, Nureddin Zengi, Sultan Murat Tugaylari ku Tirkiye wekî artê taybet û dagirker bi nav kir, bi "Artêşa Sûriye ya Azad (OSO) dest pê kir. Poresayona dagirkeriya Rojava ku wekî operasyona ‘Mertalê Firatê" bi nav kir hêj didome. Tirkiye ji bo kantonên li Rojava negêjin hev û hewl dide ku Şehba û Babê dagir bike ketiye nava hewldanan. TSK'ê ku dest bi operasyonan kir, heta niha gelek herêm ji destê DAİŞ'ê teslîm girt û hewl dide ku dagirkeriya xwe berdewam dike. TSK'ê di destpêka operasyonê de bêyî ku di berxwe bide herêma Şehba û Qesebeya El-Raî, der û dorê wê Qisaciq, Qerekoz, Tilar xerbî, Tilar şerqî, Til Şiîr, Qentera û Tat Himis dewir girt. Hêzên TSK'ê ku bi hevkariya AKP/MİT'ê ji destê DAIŞ'ê dewir girt, niha berê xwe da kasabayên Dabiq û Soranê. Çawa ku TSK'ê berê xwe da Dabiq û Soranê, hêzên DAIŞ'ê bêyî li dijî TSK'ê di ber xwe bide qasaba vala kirin û dewrî DSK'ê kir. Bi vî rengî DAÎŞ’ê helwesta xwe ya li hemberî Tirkiye carek din li ber çavan raxist. DAİŞ'ê ev qasabaya Dabiqe ku wekî qada "Şerê pîroz" bi nav dikir, bêyî bazar û têkoşîn dewrî TSK'ê kir. Dabiq ji bo DAIŞ'ê wekî qadek pîroz û stratejîk tê zanîn, teslîmî TSK'ê kir. Tê gotin ku DAIŞ ji bo Dabiqê dîsa bi dest bixe de di rojên din de şerekî dijwar bimeşîne û dibe ku şerekîe dijwar pêk bê. Komên çekdar ên bi piştgiriya AKP/MİT'ê li ser 98 kilometre xeta sînor şer dikin 10-15 kilometre ketine sînorê Rojava. Tê gotin ku ev komên girêdayî OSO ne pêkan e karibin pêş ve biçin.b Dabiq di serdema Osmaniyan de di sala 1516'an de şerê Mercidabik pêk hatibû û Osmaniyan bi vî şerî deriyê Rojhilata Navîn li xwe vekiribûn. (mae)