Li hemberî Eutelsatê kampanyayek nû 2016-10-17 14:57:12 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, li hemberî şîrteka Eutelsat a ku weşanên Med Nûçe û Newroz TV dan rawestandin kampanyaya şandina name, faks û e-mail kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, li hemberî şîrketa Eutelsat a ku bi fermana AKP'ê waşanên Med Nûçe û Newroz TV dan rawestandin kampanyayek nû dan destpêkirin. Di çerçoveya kampanyayê de welatî ji bo Eutelsatê protesto bikin dê name, faks û e-mail ji şîrketê re bişînin. Di nameya ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdistan-Ewrupayê ku bi zimanê Fransî û Îngîlîzî hatiye nivîsîn de bal kişandin ser girtina televîzyonên kurdî û ev tişt hatin gotin: "Em vê nameyê derbarê girtina Med Nûçe û Mewroz TV yê dinivîsînin. Divê Eutelsat rêzê nîşanî mafê hizirîna azad bide. Fransa welatê şoreş û azadiyê ye. Ji ber vê divê Eutelsat piştgiriyê nede sansorên bêmaf û dîktatoriya otorîter a Erdogan. Hevgirtina xwe ya bi Erdogan re bi dawî bikin û dengê Kurdan bêdeng nekin." Serokatiya Dîvana KCDK-E'yê derbarê nameyê de daxuyaniyek da û ev tişt anîn ziman: "Divê hemû kes name, faks û e-mail bişînin vê navnîşanê û bertekên xwe bînin ziman. Med Nûçe û Newroz TV ku dengê milyonan kurdiye divê qûrbanî aboriya navneteweyî û berjewendiyên siyasî neyê kirin." Navnîşana Eutelsatê Navnîşanên şîrketa Eutelsatê ya Parîsê wiha ne: Navnîşan: 70 Rue Balard, 75015 Paris, Frankreich E-Mail: jdarlington@eutelsat.com Fax: 0033153983700 (mb)