Parêzer: Em fêrî êrîşan nabin 2016-10-17 14:43:40 ANTALYA (DÎHA) - Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Antalyayê (ÇHD), têkildarî 17 kesên 2 roj berê hatin binçavkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku we dê heta dawî mafê parastinê pêk bînin û tu carî fêrî êrîşan nabin. Parezeran xwest kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Antalyayê (ÇHD), têkildarî 17 kesên 2 roj berê li Antalyayê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û biryara binçavkirinê ya der barê 55 kesan de li ber Edliya Antalyayê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Antalyaye Deniz Yildirim, daxuyanî da û diyar kir ku karê parastinê ne sûc e û bi van êrîşan mafê parastinê û parazvaniyê yê navbera mexdûr û girtî tê binpêkirin. Denîz Yildirim, ani ziman ku ew dê li dijî parastinê ferî êrîşan nebin û dê fer nebin. Yildirim, da zanîn ku tekoşina bi hinceta li diji darbekaran dest pê kir bi îlana OHAL'ê re mafê azadiyê hatiye binpêkirin. Yildirim xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên beran. Yildirim, da zanîn ku heta parêzer Ozden Saldiran ji bin çavan bê berdan dê li kolanan çalakiyên xwe berdewam bikin. Yildirim bang li her kesî kir ku li dijî neheqiyê bêdeng nemînin. (mae)