Leşkerên sivîl li 14 gundên qedexe bi cih bûn 2016-10-17 13:48:50 AMED (DÎHA) - Li 14 gundên navçeyên Amedê yên ku qedexe hat îlankirin, ketin û derketina gundan hat qedexekirin û bi sedan leşker ketine nav gundan û bi kincên sivîl digerin. Walîtiya Amedê li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê bi hinceta "operasyona leşkerî" "qedexeya derketina kolanan" dabû îlankirin. Piştî qedexekirinê lî 14 gundan ketin û derketina kolanan ji aliyê leşkeran hat qedexekirin. Hefteyeke e sewqiyata gelek maşîneyên zirxî û tanqan ber bi navçeya Licê ve pêk dihat û amadekariyê operasyonek nû dihat kirin. Çavkaniyên heremî ragihandin ku li piştî qedexeyê destpêkir leşker ketine nava gundan. Çavkaniyên heremî dan zanîn ku gelek leşkeran kincên sivîl li xwe kirine û bi awayekî sivîl li gundan digerin. (bb-rd/bg/mae)