Li Efrînê ji ber teqîna mayînê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 2016-10-17 13:16:36 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gundê Merenaz a kantona Efrînê mayîna ku çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li herêmê bi cih kiribûn, teqiya. Di encamê de 2 zarok bi giştî 3 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û jinek jî birîndar bû. Li gorî nûçeya ajansa Hawarê (ANHA) li gundê Merenaz a kantona Efrînê mayîna ku çeteyên Koalîsyona berê bi cih kiribûn bi malbatekê ve teqiya. Di encama teqînê de zarokên bi navê Sebrî Temo (16), Mihemed Nûr (12), welatiyên bi navê Mehmûd Sebrî Temo jiyana xwe ji dest dan û jina bi navê Şadiye Temo (36) jî birînar bûye. Li gorî agahiyên ku ji Asayîşa Efrînê hatin wergiritin mayîna li ser otostirada Heleb-Efrînê hatiye teqandinh yek ji bermahiyên çeteyên Koalisyona Niştimanî ya Sûriyeyê ne. (mb)