Hevserokên HDP û DBP'a Mûşê binçav kirin 2016-10-17 12:24:10 MÛŞ (DÎHA) – Li Mûşê di serdegirtina malan de Hevserokên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Polîsan piştre bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girt û lêgerin didome. Yekineyên polîsan li Mûşê bi ser malên endam û rêveberên HDP û DBP’ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malên endam û rêveberên HDP û DBP'ê de Hevseroka HDPê ya Mûşê Ayşe Soylemez, Hevseroka DBP'ê ya Mûşê Hatice Şeker Endama Meclisa Şaredariyê Çiçek Tutuş binçav kirin. Polisan piştî di serdegirtinan de 3 rêveber birçav kirin birin midûriyeta polîsan a Mûşê. Piştî binçavkirinê polisan bi ser avahiyên HDP û DBP'e de girt û lêgerîn didome. (mae)