Girtiyê nexweş di çavdêriya bijîşk de îşkence kirin 2016-10-17 12:02:13 OSMANIYE (DÎHA) - Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tipa T2 a Osmaniye Ozgur Înce, diyar kir ku di çavdêriya bijîşk de rastî îşkenceyê hatiye. Zextên li ser girtiyên Girtîgeha T2 a Osmaniye her roj di rojevê dene. Di rojên dawî de zextên li ser girtiyan zêdetir bûn. Girityê ji doza PKKê 18 salin tê darizandin û li Girtîgeha Tîpa T2 a Osmaniyê tê girtin, Ozgur Azad Încî ji ber nexweş e rastî îşkenceya girtîgehê tê. Hat zanîn ku dema birine nexweşxaneye di çavdêriya bijîşk de rastî îşkenceyê hatiye. Birayê Azad Înci Hasan Înci yê li Mêrsînê dijî diyar kir ku bi telefonê bi birayê xwe re axivîye û wiha got: "Birayê min got piştî der barê girtîgeha Osmaniyê de nûçe belav bûn zextên li ser girtiyan zêdetir bûn. Birayê min bi nexweşiya Piskosê ye. Dema ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê leşkeran di rêde û li nexweşxaneyê di çavdêriya bijîşkan de îşkence bi birayê min kirin. Piştî leşkeran di çavdêriya bijîkan de birayê min darp kirin, bêyi bê dermankirin ew disa birin girtîgehê. Birayê min anî ziman ku girtiyên ji Nisêbînê anîn vir di yek hucreyê de tên girtin û bi tu kesî re nikarin hev bibînin. Girtiyên birîndar jî bê navber rastî gef û tundiyan tên. Girtiyên tedawiya bi kelepçe qebûl nakin jî rastî lêdanê tên. Birayê min Încî da zanîn ku di demên dawî de zextên li ser girtiyan gelek zêde bûye. Êdî leşker û gardiyan bi awayekî rûtin bi ser odeyên wan de digirin û lêgerînê pêk tînin. Wekî Zindana Amedê ya Hêjmar 5 îşkence zêde buye. " 'Kamera di odeyan de bi cih kirin' Hasan Înci, destnîşan kir ku birayê wê Azad încî bi riya telefonê destnîyan kiriye ku di odeyan de karema bi cih kirine û girtî her dem di bin çavdêriya kamerayan de tên şopandin. Încî, bilêv kir ku girti ratî tundiya derûnî tên û agahiyê nadin malbata wan. 'Ger ku parazvanfên mafên mirovan nekevin tevgere dê mirin zêde bibin' Înci, bilev kir ku birayê wî Azad Încî, bang li parazvanên mafên mirovan jî kiriye û diyar kiriye ku ger parazvanên mafên mirovan li dijî zexten li ser girtiyan ên Girtîgeha T2 a Osmaniye hestiyar tev negerin û nekevin tevgerê dê hejmara miriyan a girtiyan zêde bibe Hasan Încî, herî dawî destnîşan kir ku ew dê wekî malbat heta dawî mafê girtiyan biparêzin û serî li her derê bidin. Încî, bibîrxist ku wan serî li ÎHD'ê ya Edeneyê daye û dê heta dawî mafê girtiyan biparêzin. Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijar û îdîayan diyar kirin ku nikarin agahî bidin. (mae)