Greva li Şaredariya Bakirkoyê dest pê kir 2016-10-17 10:03:45 STENBOL (DÎHA) - Karkerên Şaredariya Bakirkoyê ya CHP'î piştî peyman neyînî bi encam bû, dest ji kar berdan û dest bi grevê kirin. Karkerên Şaredariya Bakirkoyê dest bi grevê kirin. Karkeran piştî peymana di navbera Şaredariya CHPê û Sendikaya Belediye - Îş'ê de neyinî encam bû, 530 karkerên ku peymana tomarî (TÎS) imze kiribûn dest ji kar berdan û çalakiya grevê dest pê kirin. Karkeran li cihê kar pankarta grevê vekirin û Karkerên Şaredariyê ku dest ji kar berdan silogana "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Karkeran dest bi çalakiyê kirin û diyar kirin ku heta mafê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. (mae)