Karakoç: Xelasbûyîna Tirkiyeyê bi federaliya demokratîk pêkan e 2016-10-17 09:21:54 ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Refîk Karakoç bertek nîşanî qanûna bingehîn a ku ji bo pergala serokatiyê tê amadekirin da û got, tu wateya qanûna bingehîn yek alî tuneye. Ger qanûna bingehîn ku di nav de parastina mafê hemû gelan neyê amadekirin tu caran demokrasî nayê vî welatî. Ev demek dirêj e ku hikûmeta AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo pergala serokatiyê qala qanûneke bingehîn dikin û dixwazin bi qanûna bingehîn pergala serokatiyê têxin meriyetê. Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refîk Karakoç têkildarî pergala serokatiyê ya ku dê di demek nêz de dê di meclîsê de bê debaskirin de ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku, ger qanûna bingehîn bê amadekirin, divê ew qanûna bingehîn ji aliyê hemû partiyên di meclîsê de siyasetê dikin bê erêkirin. Karakoç anî ziman ku, ger Tirkiye bixwaze azadiyek mayinde bê welat, divê federaliyek demokratîk ava bike. ‘Em qanûna bingehîn a demokratîk dixwazin’ Karakoç da zanîn ku, wan wekî partî di demên borî de jî ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk pêşniyarên xwe berpêşî rayedarên dewletê kirine û wiha axivî: “Me di demên borî de wekî HAKPAR ji bo qanûneke bngehîn a demokratîk 2 pêşniyar ji Wezareta Dadê, hikûmet û Serokê Parlementoyê re kir. Em hemû dizanin ku, Tirkiye êdî ne li gorî siyaseteke unîter, divê li gorî siyaseteke demoktatîk bi rê ve biçe. Ger qanûna bingehîn bê guhertin, divê li gorî berjewendiyên hemû gelan bê guhertin.” ‘Divê federaliyek demokratîk bê avakirin’ Karakoç bi anî ziman ku divê di qanûna bingehîn a dewletê de mafê azadiyê bê parastin û axaftina xwe wiha domand: “Divê dewlet û hikûmet di sedsala 21’emîn de di nav van şert û mercên giran de, tenê mafê azadiya hemû gelan biparêze û li gorî vê tevbigere. Ji ber vê yekê jî divê federaliya demokratîk bê avakirin. Heta ku federaliyek demokratîk neyê avakirin tu pirsgirêkên ku niha tên jiyîn nayên çareserkirin. Ji bona vê yekê jî xelasbûyîna Tirkiyeyê federaliya demokratîk e.” ‘Divê qanûna bingehîn li gorî pêwistiyên civakê bê amadekirin’ Karakoç got ku, li Tirkiyeyê pêdivî bi qanûneke bingehîn a nû heye û axaftina xwe wiha domand: “Divê di serî de qanûneke bingehîn ku mafê gelê kurd û hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn bê amadekirin. Dema mirov dibêje qanûna bingehîn ewlehiya civakê tê bîra mirov. Ji ber vê yekê jî, qanûna bingehîn divê ne li gorî berjewendiyên partiyekê tenê, li gorî maf, ewlehî û berjewendiyên hemû ciwakê bê avakirin. Ger qanûneke bingehîn a bivî awayî bê amadekirin hebûna hemû gelan dê di nav ewlehiyê de be û pêşeroja Tirkiyeyê dê ronahî bibe.” ‘Tu kes nikare li Tirkiyeyê qala demokrasiyê bike’ Karakoç dest nîşan kir ku, dema ku mijar kurd be tu qanûnên bingehîn nayên naskirin û wiha domand: “Qanûna bingehîn li gorî peymanên navneteweyî tên avakirin û amadekirin. Her kes mafdar e ku mafê hebûna xwe ya jiyanî biparêze. Ger şaştiyek hebe civak dikare bertekê nîşanî vê şaştiyê bide. Lê mixabin ev yek ji bo qanûnên bingehîn ê Tirkiyeyê derbas nabe. Dema ku mirov lê dinêre siyasetmedarên kurd ji ber ku mafê demokrasiyê diparêzin tên binçavkirin û girtin. Ji ber vê yekê jî em bi awayekî zelal dikarin bibêjin ku tu kes nikare li Tirkiyeyê qala demokrasiyê bike û li Tirkiyeyê teqez demokrasî tune ye.” ‘AKP û Erdogan di nav şaştiyeke mezin de ne’ Karakoç bal kişand ser sekna hikûmeta AKP’ê û Erdogan û wiha axivî: “Bi taybet di demên dawî de, di serî de Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê di nav şaştiyek mezin de ne û vê şaştiyê her roj dubare dikin. Riya ku niha Erdohan tê de dimeşe rêyekî şaş e û ev rê li dijî demokrasiyê ye. Ji ber ku ev rêya wan rêyeke şaş e tiştên gelek neheq tên kirin û tu eleqeya tiştên ku ji aliyê wan ve tên kirin bi demokrasiyê re tune ye û li dijî demokrasiyê ye.” ‘Xelsbûyîna Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a federaliyî ye’ Karokoç sekna CHP û MHP rexnekir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Niha li Tirkiyeyê lihevkirinek veşartî tê kirin. Ger mirov ji aliyê demokratîk lê binêre AKP tena serê xwe nikare qanûna bingehîn derbixe. Lê ji ber ku di navbera CHP, MHP û AKP’ê de lihevkirinek veşartî tê kirin û mijar jî kurd be, em ne bawer in ku mafê demokratîk bê parastin û qala qanûneke bingehîn a demokratîk bê kirin. Me gelek caran bi çavên xwe dît, dema ku qala pirsgirêka kurd tê kirin hemû partî kom dibin û naxwazin mafê gelê kurd bê axaftin. Em dizanin ku di demên dawî de CHP, MHP û AKP hevpariyê dikin û li gorî berjewendiyên xwe biryaran didin. Bi awayekî aşkera vê peyamê didin civakê. Daxwaza me jî ew e ku qanûneke bingehîn ku di nav de parastina mafê hemû gelan cih bigire, bê amadekirin. Xelasbûyîna Tirkiyeyê tenê bi qanûneke bingehîn a federaliyî ye.” (fd/red)