Zêdeyî 2 hezar zarok li Edene tên xebitandin 2016-10-17 09:20:22 EDENE (DÎHA) - Serokê Komeleya Mavî Çocuk Utku Umut Işigi Kemal Namik Yucel, diyar kir ku li Edeneyê li ser her kolan û riyê zarokên parsektiyê dikin hene û tê xebitandin û wiha got: "Ji 2 hezaran zêdetir zarok li kolanan tên xebitandin." Yek ji bajarên Tirkiyeyê yên ku herî zêde betalî lê heye Edene ye û karkeriya zarokan her ku diçe li bajar zêdetir dibe. Bi sedan zarok ji serê sibê heta saetên direngiyên şevê li kolanan, kaxezan kom dikin, destmalan û biskuwîtan difiroşin hene û piraniya wan jî zarokên koçber bûne ne. Li bajar ku karkeriya zarokan zêde bûye, şebekeyên ku zarokan didin xebitandin jî zêde bûne. Şebekeyên ku riyên Edeneyê di nava xwe de dabeş kirine, yan parsektiyê bi zarokan didin kirin an jî didin xebitandin. Şebekeyên ku zarokan piranî li ber mizgeft û li tarafîkê didin xebitandin li cihek dur disekinin û zarokan temaşe dikin. Li hemberî vê îstismariya zarokan a di kamerayên mobesê de jî tê dîtin qereqol û rayedarên din bêdeng dimînin. Serokê Komeleya Mavî Çocuk Utku Umut Işigi Kemal Namik Yucel, da zanîn ku li Edeneyê ji 2 hezaran zedetir zarok tên xebitandin û wiha got: "Ji bo zarok li kolanan û di karên giran de neyên xebitandin me dest bi projeya 'Ez ne wiha bûm' kiriye. Armanca me ew e ku di çarçoveya projeyê de em ê pêşî li xebitîna zarokan a li kolanan bigirin û piştgirî bidin perwerdehiya wan. Armanca me bi projeyê pêşîlêgirtina karkeriya zarokane ." (mb)