Girtiyê nexweş ê li hucreyê dest bi greva birçîbûnê kir 2016-10-17 09:18:23 COLEMÊRG (DÎHA) - Girtiyê nexweş Necmettîn Olmez ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne, li ser nivîsa Wezareta Dadê ev 4 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin, li dijî binpêkirin û bêhiqûqiya heyî dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyê nexweş ê bi navê Necmettîn Olmez (50) ê ku di 9'ê Gulana 2016'an de li Colemêrgê bi hinceta "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin û birin Girtîgeha Tîpa M a Wanê, piştî mehekê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat kirin û di hucreya yek kesî de tê girtin. Olmez ku nexweşê dile ev 4 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin. Hat diyarkirin ku Olmez bi hinceta nivîsa ku Wezareta Dadê şandiye di hucreyê de tê girtin û li hemberî vê bêhiqûqiyê Olmez beriya du rojan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat ragihandin ku dema Olmez ji ber nexweşiya wî radikin nexweşxaneyê jî ji aliyê leşker û gardiyanan ve tê derpkirin. 'Em ji tendirûstiya bavê xwe bi fikarin' Keça Olmez Nazîme Olmez, da zanîn ku ligel ku bavê wê nexweşe jî di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: "Li beramberî îtîrazên me rêveberiya girtîgehê tu bersivek ne daye me. Em ji tendirûstiya bavê xwe bi fikarin. Bavê min li ser îfadeyên şahidên nepen hat girtin û em nizanin şahidên nepen çi gotine. Ev têr nake bêyî ku hincetekê nîşan bidin kesekî nexweş ev 4 mehin di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bi dehan caran ne serlêdana îtirazê kir lê tiştekî nîşanî me nadin. Bavê min kesekî nexweş û kale, van pêkanînan li gorî kîhan qanûnan pêk tînin bila ji me re bejin? Tendirûstiya bavê min destnade ku bikeve greva birçîbûnê. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin." 'Ji bo Olmez pêkanînek taybet di dewrê de ye' Parêzerê Olmez Ertugrul Çabuker jîbal kişand ser bêhiqûqiya ku tê kirin û wiha axivî: "Muwekîlê min 6 sal ceza girtiye, şer û mercên ku nihar ew têde tu eleqeya xwe bi cezayê girtî re tune ye. Li girtîgehê ji bo Olmez pêkanînek taybet di dewrê de ye. Me dehan caran daxwazname dan lê bêyî ku hincetekê nîşan bidin daxwaznameyên me hatin redkirin. Nivîserk ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye şandin û li gorî vê nivîsê danûstandina Olmez a ligel girtiyên din bifikar tê dîtin. Li gorî agahiyên me girtine muwekîlê min wekî çareya dawî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin û me serî li Dadgeriya Înfazê ya Wanê daye." (mb)