ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-17 09:00:27 * Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan, bertek nîşanî pêşnûmaya pergala Serokdewletiyê ya AKP û MHP'ê da û diyar kir ku ev ne pergala Serokdewletiyê ye, pergala dîktatoriyê ye û Tirkiye ber bi pêvajoya dîktatoriyê ve diçe. * Girtiyê nexweş Necmettîn Olmez ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne, li ser nivisa Wezareta Dadê 4 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin, li dijî binpêkirin û bêhiqûqiya heyî dest bi greva birçîbûnê kir. * Serokê Komeleya Mavî Çocuk Utku Umut Işigi Kemal Namik Yucel, diyar kir ku li Edeneyê li ser her kolan û riyê zarokên parsektiyê dikin hene û tê xebitandin û wiha got: "Ji 2 hezaran zêdetir zarok li kolanan tên xebitandin." * Tirba Ehmedê Xanî ya li Bazîdê piştî xebatên restorasyonê û xebatên der û dorê vegeriya qada înşaetê * Li gelek bajarên Kurdistanê bi îlanlankirina qedexeya derketina derve re şervanên YPS û YPS-JIN'ê bi meha li dijî hêzên dewletê şer kiribûn û hin ji wan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi meha ye cenazeyên 220 endamên YPS û YPS-JIN’ê hîn jî nehatine teşhîskirin. * Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Refîk Karakoç bertek nîşanî qanûna bingehîn a ku ji bo pergala serokatiyê tê amadekirin da û got, tu wateya qanûna bingehîn yek alî tuneye. Ger qanûna bingehîn ku di nav de parastina mafê hemû gelan neyê amadekirin tu caran demokrasî nayê vî welatî. * Hat diyarkirin ku, li Hatayê ji aliyê bijîşkên ku piştevaniya komên selefî dikin bi ambulansên girêdayî Wezareta Tenduristiyê birîndar tên veguhastin û li “navendên tenduristiyê yên demborî” tên tedawîkirin. *Melîk Ahmet Say ê ku di 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê rastî îşkenceyê hatibû û ji ber vê serî li Dadgeha Bingehîn dabû, dadgeh serîlêdana wî red kir û wek hincet diyar kir ku, ji ber sûcê îşkenceyê di wextê xwe de ji bo meqamên fermî nehatiye ragihandin, dewlet ji vê ne berpirsiyar e. * Seyran Eleftoz, xwîşka Leyla Eleftoz Baran a ku ew û zarokê xwe yî 6 mehî Rojvan Çiya niha di girtîgeha Mêrdînê de ne, diyar kir ku roja ewilî Rojvan heta sibehê bê şîr maye, her wiha li girtigehê nexweş dikeve û bijîşk dermanê zarokên 10 salî didin wî. * Birayê Zarokê li Girtîgeha Zarokan a Maltepe girtî yê 17 salîe Hakan İncî, dê li Qada Okmeydani ya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê û dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike. (09.00) POLİTİKA * Lijneya Navendî ya HDP'ê dê di serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de li hev kom bibin. (11.00) BI DÎMEN E JIN * Parêzer Several Ballikaya ku dê di hilbijartinên Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de bi zilaman re pêşbaziyê bike, diyar kir ku bi temsîlyeta wekhev dê nêrîna tekparêz û zîhniyeta zilam a sertest hilweşînin, li baroyê serdemek nû bidin destpêkirin û wiha got: "Êdî dema guhertinê ye." * Jinên bajaroka Dêrgulê bi çêkirina berhemên weke berik, merşik, tûrik û çelteyan him çanda xwe diparêzin him jî debara mala xwe dikin. EKOLOJİ * ÎZSU ku beriya niha bi talanên xwe yên xweza û çandê ketibû rojevê, derket holê ku niha jî li Yenî Foçayê di bin navê tesîsa parzînandinê de ava qirêj ber dide behrê. Welatiyên herêmê jî li hemberî qirêjiya li peravên behrê bi bertekin.