Li 14 gundên Amedê qedexe hat îlankirin 2016-10-17 08:57:29 AMED (DÎHA) - Li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê ji aliyê Walitiya Amedê ve "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin. Li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karaz yên Amedê ji aliyê Walitiya Amedê ve bi hinceta "operasyona leşkerî" "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin. Gundên qedexe hatine îlankirin wiha ne: Sîsê, Cinêzûr, Firdeys, Nenyas, Licok, Zeng, Kerwes, Mişirf, Entax û Kayacix ên Lîcê, li gundên Helhel û Qenderhel ên Hezro, li gundên Benê û Resileyn ên Karazê. Balkêş e ku li gorî Walitiyê bi "armanca ewlehiyê ruh û malê gel" qedexe hatiye îlankirin. (ozp/bg/mb)