Operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkir 2016-10-17 08:55:17 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat ragihandin ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji herêma Xazir dest pê kiriye. Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê li herêma Xazir ku dikeve rojhilatê Mûsilê îro saet di 6:00'an dest pê kir. Hêzên pêşmerge yên li herêmê diyar kirin ku hemû amadekariyên wan temam bûne û operasyon dest pê kiriye. Hat ragihandin ku bi destpêkirina operasyonê re balafirên Koalîsyonê herêmên di bin destê çeteyan de ne bombebaran dike. Li gor daxuyaniya Fermandariya Giştî ya hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê di vê operasyonê de zêdetirî 4 hezar pêşmerge ji sê aliyan ve gundên derdora Xazir dê ji çeteyan paqij bikin û bicihbûna van pêşmergeyan li gorî lihevkirina di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê ye pêk hatiye . (mb)