5 welatiyên hatibûn binçavkirin li qereqola cendirmeyan tên girtin 2016-10-16 16:28:58 MÊRDÎN (DÎHA) - Welatiyên ku duh li Dêrikê hatin binçavkirin û ji wan agahî nedihat girtin hate hînbûn ku li Qereqola Cendirmeyan a Artukluyê tên girtin. Duh serê sibê li gundên Qubilmê û Şkestinê yên navçeya Dêrika Mêrdînê leşkeran bi ser malan de girti bû û 7 kes binçav kirin bûn. Leşkerên ku bi ser malbata Dûrsûn û Daglikan a gundê Şkeştînê de girtin. Ji malbatê Dûrsûn 5 kes binçav kirin, ji bilî Serhat Dûrsûn, bav, dayik û birayên wî serbest hat berdan. Cîranê Dûrsûn bi navê Emrah Turk jî di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Ji malbata Daglikan jî Salîm Daglikan û kurên wî Şeyhmûs û Servet Daglikan ên hatibûn binçavkirin birinin Qereqola Cendermeyan a navçeya Artûklûya Mêrdînê. Bavê Serhat Dûrsûn, Abdûrrezak Dûrsûn diyar kir ku polîsan kurê wî bêyî ku cilên xwe li xwe bike xistine bin çavan û destûr nayê dayîn ku ew cilên kurê xwe jêre bibin. (kom/no)