Ji bo qeyûmtiyê nikare kesekî bibîne! 2016-10-16 14:12:26 COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrg û navçeya Geverê, walîtî û qaymeqamtiya ku ji bo cihên endamên meclisên şaredariyên ên DBP’î qeyûman digerin nikarin tu kesî bibînin. Li Colemêrg, navçeya Gever û bajaroka Xirvatê ya girêdayî navçeyê, walîtî û qaymeqamtiya ji bo cihên endamên meclisa şaredariyan ên DBP’î ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi hincetên cur bi cur hatin dûrxistin qeyyûman tayîn bikin di nav hewldanan de ne. Hat zanîn ku rayedarên Walîtiya Colemêrg û Qaymeqamtiya Geverê di demên dawîn de bi pêşniyara qeyûmtiyê çûye gelek kesan. Endamên AKP’ê jî qebûl nekirin Hat ragihandin ku di nav van kesan de endamên Odeya Bazirganiyê, midurên hin dibistanan, esnaf û xebatkarên saziyên fermî yên dewletê hene. Her wiha ev pêşniyarî çûye hin endamên rêxistinên navçe û bajar yên AKP’ê jî. Derket holê ku ev pêşniyar ji aliyê hin kesan ve bi hinceta “Em di cihên kesên hilbijêr cih nagirin” û ji aliyê hin kesan jî bi hincetên cur bi cur nehatine qebûlkirin. (gka)