Ahmet Turk: Girtina Zarok Tv înkara kurdan e 2016-10-16 13:02:57 MÊRDÎN (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di kongreya HDP'e ya Artukluyê de, girtina Zarok Tv şermezar kir û diyar kir ku girtina Zarok Tv tunekirina zimanê kurdan û înkara hebûna kurdan e. Rexistina HDP'ê ya Artukluyê 1'emîn Kongreya Xwe ya Awarte pêk anî. Kongre li Otela Mezin a Mêrdînê pêk hat. Di kongreyê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol, Hevserokê DBP'a Mêrdînê Ahmet Eken û Şaha Memiş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarên Artukluyê Sevinç Bozan û Emin Irmak, Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk, Dayikên Aştiyê, Nûnerên MEYA-DER Komeleya Erebên Demokrat, endamên KJA'yê û gelek kesên din amade bûn. Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, axaftina vekirinê kir û girtina televîzyonan û Zarok tv şermezar kir. Turk,anî ziman ku li dijî kurdan şerekî dijwar heye û girtina Zarok Tv înkara zimanê kurdan û îmhaya hebûna gelê kurd e. Turk tayîna qeyûman jî şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol jî anî ziman ku înkar û îmhaya li dijî gelê kurd ji dîroka Komarê de didome, lê herî zêde niha pêş ketiye. Erol, anî ziman ku kurdan hemû êrîş û polîtîkayên li dijî xwe pûç kiriye û dê bi têkoşina xwe van polîtika û planan jî pûç bike. Di kongreyêde rapor hatin xwendin û bi yek lîsteyê çû hilbiijartinê. Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Artukluyê Hamide Çoltu û Mehmet Duzgun hatin hilbijartin. (mae)