DÎSK'ê girtina televîzyonan û dûrxistina mamosteyan şermezar kir 2016-10-16 09:18:32 WAN (DÎHA) - Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Wanê girtina televîzyonan, dûrxistina kedkarên perwerdehiyê û operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd şermezar kir. Îktidara AKP'ê piştî hewldana derbeyê 15 Tirmehê OHAL îlan kir û bi OHAL'ê re KHK xist meriyetê. Îktidara AKP'ê bi biryarên KHK'ê televîzyon, radyo û rojname mohr kirin û bi hezaran kedkarên perwerdehiyê ji peyvirê girtin. Dîsa li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk anîn û qeyûm tayinî şaredraiyên DBP'ê kirin. Têkildarî polîtîkayên AKP'ê Nûnerê DÎSK'ê yê herêma Wanê Omer Tekîn diyar kir ku wekî dezgehê kedkaran politîkayêin AKP'ê yên bi vî rengî şermezar dikin. 'Girtina Zarok Tv bê wate ye' Omer Tekîn destnîşan kir ku mohrkirina televîzyon, radyo, rojname, binçavkirin û girtina siyasetmedaran û dûrxistina kedkarên perwerdehiyê li dijî zagon û hiqûqêye. Tekîn, da zanîn ku ew dûrxistina kedkar û siyasetmedaran bi tundî şermezar dikin. Tekîn girtina Zarok Tv jî rexne kir û da zanîn ku girtina televîzyonan bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Zarokên me bi girtina Zarok Tv gelek xemgîn bûn. Girtina Zarok Tv li dijî zagonê ye. 'Van Tv dengê vê heremê bû ' Tekîn girtina Wan Van Tv jî şermezar kir û anî ziman ku Van tv dengê gelê herêma Wanê bû û wiha berdewam kir: "Xebatkarên Van Tv. 17 rojin nobetê digirin. Girtina televîzyonên heremê nayê qebûlkirin. Dîsa em dûrxistina mamosteyan jî şermezar dikin. Biryarên li dijî televizyon, siyasetmedar û dûrxistina mamosteyan helwestek keyfî ye û li dijî hiqûq û zagonê ye. (era/mae)