20 hezar Şirnexî di konan de têdikoşin 2016-10-16 09:17:29 ŞIRNEX (DÎHA) - Nunerê Komeleya Rojava yê Şirnexê Mehmet Bîrlîk diyar kir ku 20 hezar welatiyên Şirnexê li derdora bajêr di konan de têdikoşin û ji her kesî xwest ku gelê Şirnexê bi tenê nehêlin. Li Şirnexê qedexeya derketina derve ji ber, 'Bêtir talankirin û xirakirina bajar ' berdewam dike. Nunerê Komeleya Rojava yê Şirnexê Mehmet Bîrlîk li ser xebatên ku ji bo gelê Şirnexê tên meşandin axivî û ev tişt anî ziman: ''Şirnexiyên ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û koçber bûne li navçeyên Şirnexê yên weke Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û navendên navçeyan nîştecîh bûne. Niha li derdora Şirnex 20 hezar kes di konan de bi cih bûne, li Silopiya hezar, Cizîrê jî 1500 malbat hene. Nêzî 5 hezar û 500 kes di navbera Qilaban û bajarokê Dêrgulê de bi cih bûne. Hinek gelê Şirnexê jî li bajarên weke Sêrt, Mêrsîn û Edenê bi cih bûn e." 'Bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê dijwartir bûne' Bîrlîk destnîşan kir ku bi hatina demsala zivistanê re şert û mercên gelê Şirnexê ku di konan de dijîn dijwartir dibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Heta niha demsala havînê bû. Gel hem bi alîkariya me hem jî bi derfetên xwe bi şêweyekê karîne pêwîstiyên xwe bi cîh bînin. Lê belê bi hatina demsala zivistanê re pêdiviya gel bi awayek lezgîn bi alavên weke kon û alavên rojane yên weke batanî, cil û bergên zivistanê û sobeyan hene. Bi taybet ji bo zarokan bi awayek lezgîn pêdivî bi cil û bergan heye.'' 'Ji bo em xebat nemeşînin dewlet her curê astengiyan dertêxe' Bîrlîk got ku ji bo ew alîkariya gel nekin dewlet her cureyê astegiyan derdixe û wiha pêde çû: ''Bê guman plan û projeyên me hene. Mînak me xwest em bajarokek biçûk ku ji konan pêk tê ava bikin û hemû gelê xwe yê Şirnexê ku li derdor belav bûne komî ser hev bikin da ku hîn zêde em bikarin jêre bibin bersiv. Lê belê hêzên dewletê destûr nedan em van projeyên xwe bixin meriyetê.'' 'Niha 5 hezar malbat li Şirnexê ne û em nikarin alîkariyê bigehînin wan' Bîrlîk bal kişand li ser berxwedana gelê Şirnexê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Şirnexê ku ji ber êrişên dewletê neçar bûn ji Şirnexê koçber bibin niha li gel her tiştê Şirnexî vedigerin Şirnexê û niha nêzî 5 hezar malbat li Şirnexê bi cih bûne. Ji ber ku em alîkariyê bigihînin van kesan em gelek zorî û zehmetiyan dikêşînin. Ji ber ku hêzên dewletê nahêlin em bikevin Şirnexê yan jî em alîkariyê bişînin ji gelê xwe re. Gel bi awayekî xwe digihîne me û bi vî awayî em dikarin pêwistiyên xwarin û vexwarinê yên gelê xwe pêşwazî bikin.'' 'Sedemê dirêjkirina qedexeyê ew e ku bi tevahî Şirnexê hilweşînin' Bîrlîk diyar kir ku dewlet ji bo ku hemû Şirnexê hilweşîne qedexeyê ranake û axaftina xwe wiha domand: "Li gel ku rayedarên dewletê bi dawîbûna operasyonên leşkerî ragihandibûn jî heta niha qedexe berdewam dike û destûr nayê dayîn ku gel bikeve Şirnexê. Sedemê vê jî ew e kû dixwazin heta yek xanî li Şirnexê maye hilweşandin û talanê berdewam bikin.'' Herî dawî Bîrlîk banga hestiyariyê li her kesî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Qedexe çiqas were dirêjkirin ê ew qas gel mexdûr bibe. Ji ber wê divê demildest derdorên demoqrat, Yekitiya Ewrûpa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) çi ji destê wan tê pêwîste bikin." (kom/no)