'Ji bo Beritan nemirin bila sucdar bên cezakirin' 2016-10-16 09:12:00 AGIRÎ (DÎHA) - Malbata Beritan Hacioglu ya 6 salî ku ji ber xwarina li dibistanê jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, xwest ji bo Bêrîtanên din nemirin sûcdar bên cezakirin. Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, di 7'ê Cotmehê de li dibistana Seretayî Savci Hakan Kiliç ji ber xwarina Şîrketa Xwarinê ya Agri Dagi zêdeyî 40 zarok jahrînî bûbûn. Ji zarokên jahrînî bûn, zaroka 6 salî Beritan Hacioglu jiyana xwe ji dest dabû. Berîtan Hacioglu, dema rakiribûn nexweşxaneya dewletê bi hinceta "Derfet tune" derman nekiribûn. Piştî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê kiribûn Berîtan Hacioglu li Êlihê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Beritan Hacioglu ya 6 salî ku ji ber xwarina li dibistanê jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, xwest ji bo Bêrîtanên din nemirin sûcdar bên cezakirin. Bavê Berîtan Mehmet Şerif Hacioglu, diyar kirku rayedaren dewletê dixwazin ser buyerê bincil bikin û veşerin, lê ew dê destûr nedin vê yekê. Hacioglu, anî ziman ku ew peşiya vê meseleyê bernade û dê heta dawî bişopîne. Hacioglu, anî ziman ku ji bo kuştinên din pêk neyên û zarok neyên kuştin divê bersûc bên cezakirin û wiha got: "Şîrketa ku bû sedama kuştina Berîtan roja dîtir dîsa xwarina xwe belav kir. Ji ber vê yekê nêzî 100 zarok jahrînî bûn û rakirin nexweşxaneyê. Ji bo xwedê piştî mirovek mir divê mudaxale bê kirin û lêkolîn bê kirin. Pişti ku mirovek mir wekî tiştek nebûbe xwarina xwe dîsa belav dikin. Ev nîşan dide ku dozgeriye der barê wan de tu biryar û lêpirsîn nedaye destpêkirin. Divê li ser fabrîqeya xwarinê lêkolîn bêkirin. Lîsteya xwarinê ya Midûriyeta Perwerdehiyê û xwarina tê belavkirin ne yek e. Midûrê Perwerdehiyê hat em ziyaret kirin û sersaxî xwest. Got di listeya min a fermî de yek cure xwarin heye. Lê wê rojê 3 cure xwarin hatin belavkirin. Divê şîrketa xwarinê bêlekolinkirin." Di kuştina keça min de sersarî heye Dayika Beritan a 6 salî Mujde Hacioglu jî anî ziman ku keça wê Beritan piştî bi serwîsa dibistanê hat malê verişiya û piştî bêhal bûn rakirin serwîza lezgîn a nexweşxaneyê û wiha got: "Doktoran ew tahlil nekir û mîdeya wê neşuştin. Tenê serûm dan keça min. Keça min piştî serûmê dîsa verişiya. Dema min ji doktor pirsî gotin 'Tiştek tune dê baş bibe' Ez ji bijişk dozdarim. Divê hemû kesên berpirsiyar tev bên darizandin û cezayên wan çibe divê bên cezakirin. Hacioglu xwest hemu kesên berpirsiyar bên darizandin û cezakirin. Ger ku ev berpirsiyar bê suc biminin û neyên cezakirin dê zarokên din jî jiyana xwe ji dest bidin. Jibo Berîtanên din nemirin divê ev kes bên cezakirin. Gotin cih tune sewq tune û keça min muayine nekirin. Em li hemû nexweşxaneyan geriyan. Yên Wan û Erziromê gotin cih tune . Herî dawî em sewqî Êlihê kirin. Keça min li Êlihê jiyana xwe ji dest da. Ez dê heta dawî mafê Bêrîtan biparezim." (mae)