Sermayê dest pê kir etaran deriyê xwe vekir 2016-10-16 09:03:42 ÊLIH (DÎHA) - Di rojên dawî de guhertina hewayê dest pê kir û ji ber hewa germ û sar nexweşî jî zêde bûn. Bi destpêka sermayê re etaran jî deriyên xwe vekirin û dest bi firotina giha û pinçaran kir. 40 roj payiz derbas bûn û hatina zivistanê nêzîk bû. Bandora havînê derbas dibe û sermaya zivistanê hêdî hêdî dest pê dike. Bi sermayê re nexweşiyên hewayê yên wekî bapêş, farenjit, kuxik, zekem û nexweşiyên din jî zêde dibin. Welatiyên nexweş dikevin jibo xwe ji sermayê biparêzin berê xwe didin etaran. Bi destpêkirina zivistanê re firotina giha û pinçarên etaran jî zêde bûn. Welatiyên nexweş dikevin ji bo xwe ji sermayê û nexweşiyan biparêzin berê xwe didin etaran û giha û pinçarên ku ji sermayê re şîfaye distînin. Etar jî ji bo bêtir xizmetê bidin welatiyan deriyê dikanên xwe ji serê sibê heta êvarî vekirî dihêlin û giha û pinçar wekî derman didin welatiyan. Etara 2 salin giha û pinçar difiroşe Fatma Oner, diyar kir ku divê giha nas bikin û zanibin ku kiijan giha çawa, kengî û ji bo çi tê bikar anîn. Oner, anî ziman ku hemû cureyên giha û pinçar ên Tirkiye li vir hene u gihayên li dikana wan ji hemû cureyên nexweşiyan re dibe derman. Oner, anî ziman ku di vê demsalê de gihayên wekî zencefil, zerdeçal, şîlan difiroşin û ev pinçar li dijî sir û sermayê baş e. Oner, da zanîn ku ev di aliyê antibiyotik û hezê de bi qewt in û hêza mirovan a li dijî sermamyê zêde dikin. Oner, da zanin ku eleqe û daxwaza ji bo pinçar û dermanên giha gelek zêde ye û ne tenê giha, di heman demê de melhemên giha jî zêde tên firotin û daxwaza ji bo giha, pinçar, sabûn, macûn û melhemê gelek zêde ye. Oner, destnîşan kir ku gihayê li cem wê ji gelek nexweşiyan re dibe derman û gelek sûdên wan hene. (mae)