Salîh Muslîm: Qedera gelê Kurd û Yewman yek e 2016-10-15 16:11:03 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Salîh Muslîm di kongreya Syrîzayê de axivî û diyar kir ku qedera gelê Kurd û gelê Yewnan yek e. Li Yewnanîstanê Kongreya Awarte ya Syrîzayê di roja duyemîn de berdewam dike. Syrîza bi vê kongreyê dixwaze xwe nû bike û di pêşerojê de derketinek xurtir pêş bixe. Ji bo kongreyê ji bilî gelek partiyên sosyalîst ên cîhanê, HDP û PYD jî hatin dawetkirin. Di roja yekem de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî û peyamêna têkoşîna hevpar da. Ji bo hêzên çepkir şensek e Hevserokê PYD’ê Salîh Mûslîm û ji YNK’ê Mele Bextiyar jî di kongreyê de peyamên xwe dan. Hevserokê Muslîm destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Kurdan û Yewnanan de dîrokî ne û qedera her du gelan jî wek hev in. Salîh Muslîm diyar kir ku di vê demê de ji bo Yewnanîstanê Hikûmetek çepgir wek şansekê ye û ji bo kongreyê serkeftin xwest. (mae)