Ji giritya nexweş Eplî re azadî hat xwestin 2016-10-15 15:38:48 ÎZMÎR (DÎHA) - ÎHD'a Îzmîrê di çalakiya xwe ya bi şîara "Nobeta ji bo girtiyên nexweş" de ji girtiya nexweş Aynur Eplî re azadî xwest. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di çalakiya xwe ya bi şîara "Nobeta ji bo girtiyên nexweş" de balkişand ser rewşa girtiya nexweş Aynur Eplî. Di çalakiya ku li Sumerparka Kevn pêk hat de pankarta "Bêdeng nebe û nebe hevkarê sûc" hat vekirin. Ligel endamên kolemeyê gelek nûnerên saziyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Rêvebirê ÎHD'a Îzmîrê Caner Canli axivî. Canli da zanîn ku li girtîgehan di hucreyên 3 kesî de 7 kes tên girtin û wiha got: "Navên girtiyên nexweş di lîsteyên sirgûnkirinê de li serî ne. Girtiya nexweş a bi navê Aynur Eplî li gelek girtîgehên Kurdistanê maye û piştre sirgûnî Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê hatiye kirin û ev 22 salin girtiye. Eplî rojê tenê saetekê tavê dibîne. Ligel van hemûyan Eplî bi boyaxên ku ji kantîna girtîgejê digire wêneyan çêdike. Gelek wêneyên wê di pêşengehan de hatin pêşkêş kirin. Eplî dema ket girtîgehê saxlem bû lê piştî ket girtîgehê nexweşiya qansera rehîmê pêre çêbûye. Hêviya xwe winda nekir û çêkirina wêneyan didomîne. Wekî komele em ê bibin dengê hemû Aynuran û em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan." (mb)