Dîaz: Yên xizan aştî yên zengîn şer xwestin 2016-10-15 15:09:03 STENBOL (DÎHA) - Dîrektorê Beşa Serdema Edaletê ya Wezareta Edaletê ya Kolombiya Catalina Diaz, di konferansa bi navê "Zindîkirina Pêvajoya Aştiyê: Kolombiya, Filipinler, Endonezya" ku li Stenbolê pêk hat de diyar kir ku yên xizan ku ketin bin bendaro şer di Referandumê de aştî û yên dewlemend jî şer xwestin. Zaningeha Sabanci, TESEV û Komeleya Frederich Ebert Stiftung, hevpar li Stenbolê konferansa bi navê "Zindîkirina Pêvajoya Aştiyê: Kolombiya, Filipinler, Endonezya" pêk anîn. Konferans di roja duyemîn de berdewam kir. Di rûniştinên îro de pêvajoya aştiyê ya Kolombiya hat niqaşkirin. Di rûniştinên îro de Doç. Dr. Esra Çuhadar pêşkêşvanî kir. Wekî axaftvan Dîrektorê Beşa Serdema Edaletê ya Wezareta Edaletê ya Kolombiya Catalina Diaz, Kordînatora Komîsyona li Hevhatinê û Hiş û Heqîqeta Jinên Komombiya yên li Diasporayê Helga Flamtermesky, Şêwirmenda Referanduma Peymana Aştiyê ya li Kolombiya û Kraliyeta Yekbûyî Quintin Oliver û Organizasyona Lihevkirinê û Dîroktora Bernameya Filipinler û Kolombiyayan Kristian Herbolzheimer amadebûn. 'Gotin ne bi çek dê bi peyvan şer bikin' Di destpêkê de Catalina Diaz, diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de ji pêvajoya Aştiyê ya Havana sûd girtin û wiha got û wiha got: "Ji du aliyan de biryara agirbestê hat dayîn. Gerîllayên Marksist, Komünist hatin cem hev. Xwe bi hêz kiribûn. Diyar kirin ku ne bi çekan dê bi gotinan şerê xwe berdewam bikin. Lê di encama referanduma 2'ê Cotmehê de negihiştin vê encamê." Diaz, da zanîn ku Peymana Aştiyê ya Kolombiya, di pêvajoyek gelek hestiyar de hat îmzekirin û wiha got: "Her kesî wê rojê hest û ramanê xwe parve kir. Em wê rojê li hev dihatin. Di ala wê rojê de hemû reng hebûn. Me spî jî lê zêde kir. 'Dewletê û leşkerên FARC'ê fam kirin ku dê serkeftinê bi dest nexin' Ji sala 1984'an heta niha, her serokdewletekî pevajoyek nû ya aştiyê dan destpêkirin. Heta niha 6 caran muzakere hatin kirin. Ji ber guhertinên dawî yên leşkeran muzakereya dawî jî cuda bû. Hem dewletê û hem jî FARC'ê fam kirin ku bi van guhertinan serkeftinê bi dest naxin. Bandora jinan a di hevdîtinan de gelek zêde bû Diaz, destnîşan kir ku di hevditin û pêvajoya muzakereyan de rol û rista jinan gelek zêde bû û wiha got: "Jinan di hevditinan re rolek mezin lîst. Piştî peymanê di referandumê de kesên xizan ku zêde di bin bandora şer de man de aştî xwestin. Kesên dewlemend jî di referandumê de şer xwestin. Kordînatora Komîsyona li Hevhatinê û Hiş û Heqîqeta Jinên Komombiya yên li Diasporayê Helga Flamtermesky, jî anî ziman ku ew ji encama referanduma Kolombiya pir bi hers û aciz e. Flamtermesky, anî ziman ku gelek saziyên jinan li Kolombiya hene, lê tenê tu jinan di muzakeryan de cih girt û ev helwesta li dijî jinê rexne kir û wiha got: "5 milyon Kolombiyayî li diaspora dijîn. Diviya bû mirovên li dîaspora jî beşdarî referandumê bûbûna. Diviya bû jinên kolombiya ne wekî kesên mexdûr, wekî kesên diyarker beşdar bûbûna. Ji ber vê yekê Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê hat avakirin." Aştî ya gelê kolombiya ye' Şêwirmenda Referanduma Peymana Aştiyê ya li Kolombiya û Kraliyeta Yekbûyî Quintin Oliver jî anî ziman ku tevlêbûna referandumê pir lawaz bû û ji ber vê yekê encama neyînî derket. Oliver, da zanîn ku aştî ne tenê ya Santos e, di heman demê de aştiya Gelê Kolombiya ye û xwest Serokdewletê Kolombiya Santos gavekê xwe bide paş. Oliver, da zanîn ku du hemû referandumlaran de dema Rêber neyên hezkirin gel dengê xwe nade pêşniyara wan Rêberan. Diviya bû saziyên sivîl ên civakî beşdarî referandûmê bûbûna. Divê her kes li pirsa çima bi ser neketin bigere. (mae)