Qeyûm fermanan ji Fermandariya Alayê dide 2016-10-15 12:24:37 AMED (DÎHA) - Qaymeqamê Farqînê Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin bi tedbîren berfireh tê şaredariyê lê piraniya fermanên xwe ji Fermandariya Alaya Navçeyê dide. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Farqînê ku DBP'ê bi dengê ji sedî 70 wergirt, gelek sazî hatin giritn, xebatkar ji kra hatin avêtin û derbarê endamên meclîsa DBP'ê de lêpirsîn hat vekirin. Qeymeqamê Farqînê Murat Kutuk ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin, hemû xebat û saziyên şaredariyê dane rawestandin. Kutuk, destpêkê li avahiya şaredariyê 3 alên mezin ên tirk vekirin, li baxçeyê şaredariyê wesayîtên zirxî û barîkat danîn û xebatkar û gelê tê şaredariyê di kontrola GBT'ê re derbas dike. Kesên di avahiya xizmetê de dixebtin her ku rastî lêgerîn û kontrola GBT'ê tên. Polîsên bi çek ên li ser hemû rêyan disekinin, şerê xebatkaran dikin, fermanan didin wan û kesên li hemberî wan derdikevin jî rastî gefan tên. Kutuk li şûna Hevşaredar Melîhşah Teke û encumena şaredariyê Aysel Yapici yên ku di 19'ê Tîrmehê de ji kar hatin durxistin, du kes tayîn kirin. Serokê AKP'ê yê navçeyê Nîmet Aksoy biryarê xwe pêşniyar kir lê ji ber sicîla wî ne baş bû nehat qebûlkirin, Aksoy xizmên xwe Rifat Sakli û Mahmut Saraç ên di teşkîlatê AKP'ê ya navçeyê de dixebitin wekî alîkar tayîn kir. Hemû xebatên şaredariyê di bin fermana du kesan de ye. Wasayîtên şaredariyê xebatên xwe di bin kontorla polîsan re dikin. Kutuk ji tirsa li fermandariya Alay dimîne Kutuk ku avahiya qeyemqantiyê û avahiya xizmetê ya şaredariyê bi dîwarên beton pêçaye, li şûna van avahiyan bimîne li Fermandariya Alay a navçeyê dimîne û ji wi fermanan dide. Kutuk ku rojên Duşem û Çarşemê bi 30 tîmên taybet re tê şaredariyê, di 2 saetên ku li vir dimîne rewşa awarte îlan dike û ewlehiyê derdixe asta herî jor. Dema Kutuk li cihê xwe be detstûr nayê dayîn ku xebatkarên şaredariyê derbikevin jor, nahêlin kesek bikeve avahiyê û asansorê bi kar bîne û li ber deriyê wî polîs bi çekan nobetê digirin. Kutuk, piştî wekî qeyûm hat tayînkirin, di bin navê "Hevdîtina bi gel re" bi cerdevan, endamên teşkîlata AKP'ê, endamên Partiya Hur Davayê û hinek keyayan re civîn pek anî. Hat zanîn ku Kutuk di vê civînê de derbarê xebat û tasfiyeyên xwe yên şaredariyê de nêrin wergirtine. Li şûna çayvanê şaredariyê Kutuk kurê Serokê MHP'ê yê navçeyê Muhlîs Topguç wekî çayvanê xwe yê taybet tayînkir û keça Topguç jî wekî nutirvan xist şaredariyê. Dîsa ji bo paqijiya odeya xwe jî ji ÎŞKUR'ê karkerek nû girt. Kutuk ji roja hatî heta niha yek bi yek hemû saziyên di bin banê şaredariyê de girtin, heta niha bêyî ku hincetekê nîşan bide 32 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin û ji ÎŞKUR'ê jî 18 kes wergirtin. Qeyûm heta niha kîlît li deriyê Navenda Çandê ya Zembîlfiroş, Mala Piştevaniya Perwerdehiyê, Navenda Jinê ya Meya û Kafeya Sîna ya Parka Gulan da. Kutuk ku di 30'ê Hezîrana 2015'an de wekî qeymeqam tayînî Farqînê hat kirin, hemû xebatên ku kirine bûne sedema nîqaşan û navê wî her tim di bûyerên şîdetê de hat rojevê. Di deman qedexeya derve ya par li navçeyê hat îlankirin de, polîsan êrîşê welatiyên ku di nava wan de Hevseroka Giştî ya HDP'Ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê Îdrîs Baluken, Ertugrul Kurkçu û Feleknas Uca ku li se kolanan Dîcle kom bûne kirin. Di dema êrîşê de bombeya gazê ya ji çeka polîsan derket li serê Yuksekdag ket, piştre Kutuk hat cem parlamenteran û heqaret li Baluken kiribûn. Di qedexeya derve de ku di Cotmeh û Mijdara 2015'an de li navendê 6 caran hat îlankirin di nava wan de kal û zarok jî heyî 14 kes hatin qetilkirin. Di êrîşan de Serhat Bîlen (25), Hanîfe Durak (80), Veysî Toraman (60), Vedat Akcanim (17), Bariş Çakici (10), Hayriye Hudaverdî (70), Ferhat Gensur (17), Muslum Tayar (22), Sertîp Polat (20), Engîn Gezîcî (24), Îsmet Gezîcî (55), Ridvan Us (20), Yakup Sînbag (20) û Latîf Nangîr (78) jiyana xwe ji dest dan. Di dema li Farqînê qedexeya derve û dorpêça polîsan berdewam dikir de heyeta ku Baroya Amedê amade kirinû bi Kutuk re hevdîtin pêk anîn û daxuyaniyên Kutuk ên balkêş ketibûn rojeva raya giştî. Serokê berê yê Baroyê ku hat qetilkirin Tahir Elçî, di hevdîtinê de fikarên xwe yên derbarê tiştên tên jiyîn de anîbû ziman de Kutuk qebûlkiribû ku navçe bi tangan tê topbaran kirin, sivîl tên qetilkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê tên. Kutuk, anîbû ziman ku ew nikarin polîsên ku ji navçeyên din hatine kontrol bikin û li hinek nokteyan bi tangan êrîş pêk anîne. Kutuk wiha gotibû: "Du cihên ku barîkat lê hebûn me bi tangan karî derbas bikin. Me ne dikarî bi tiştek din deerbas bikin." Ev gotinên Kutuk bi qeyda deng bi raya giştî re hatibû parvekirin. (mb)