Hevşaredara Lîzê Kaya hat berdan 2016-10-15 12:08:52 MÛŞ (DÎHA) - Hevşaredara Lîzê Îpek Kaya bi şerta kontrola edlî hat berdan. Hevşaredara bajaroka Lîzê ya bi ser navçeya Kop a Mûşê Îpek Kaya beriya çend rojan di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Kaya piştî îfadeya li midûriyeta polîsan derxistin dozgereyê. Kaya bi îdiaya "endama rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Kaya bi şerta kontrola edlî hat berdan. (sa)