Civîna Stargehên Jinan dest pê kir 2016-10-15 11:51:05 EDENE (DÎHA) - 19'emîn Civîna Stargehên Jinan a ku îsal li Edeneyê tê lidarxistin destpê kir. 19'emîn Civîna Stargehên Jinan li Edeneyê bi malovaniya Komeleya Mala Parastinê û navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê ve li Şîrîn Park Otelê dest pê kir. bê lidarxistin. Di axaftina vekirinê de hate xwestin ku li dijî tayînkirina qeyûman têkopîşa hevpar bê pêşxistin Civîna bi axaftina gelek navendên jinan ên tevlîbûyîn de destpê kir. seroka AKDAM'ê Parêzer Muhal Îkîkardeş diyar kir ku ji ber malovaniya vê civînê dikin ew gelek keyfxweşin û wiha got: "Me ji nûnerên herêmî re ne diyarkirin pirsgirêka şîdeta li ser jinan wekî xebatên kanalîzasyon, asfalt, bazarên tax û parkan girîng e." Îkîkardeş, bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên navendên jinan û saziyên civaka sivîl û got ku "zimanê piştevaniyê" ya tê xwestin di civînê de bihûnun bi civînê re sînor dimîne bi taybetî rêxistinên sivîl ên civakî yên Edene, Mêrsîn, Hatay, Dîlok, Mereş û Osmaniyeyê, nebûna rêxistinên jinan a Stenbol û Endeyeê bi wan re neketine nava têkîliyan. Îkîkardeş bilêv kir ku ji ber bêdiyalogiyê nekarinê li pirsgirêkên saziyên jinan ên şaredariyên ku qeyûm hatin tayînkirin, ew li bendê ne ku bi civînê re diyalog û têkoşîna hevpar bêhtir pêş bikeve û bikeve pratîkê. Îkîkardeş diyar kir ku li dijî tayînkirina qeyûman divê hemû kes bersiva hevpar bide, divê rizgariya bajarê ku tê xwestin bê fetibandin bê nîqaşkirin. Îkîkardeş wipa axivî: "Em ê di vê civînê de ji bo çareseriya pirsgirêkan nîqaşan bidin meşandin. Em ê li hemberî zimanê pevçûnê, li hemberî hemû astengiyên zîhniyeta baviksalariyê, aştî, hevgirtin, rêxistinbûyîn û têkoşînê ava bikin." Piştî axaftina Îkîkardeşler civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Jin dê di 3 rojên ku civîn bi dome de li ser mijarên Navenda Piştevaniyê/xebatên stargehê divê çawa bên kirin? û têkiliya di navabera rêxistinên jinan û rêveberiyên herêmî de nîqaşan bidin meşandin. (mb)