OHAL li zaningehan jî xistin meriyetê 2016-10-15 11:20:59 KOCAELÎ (DÎHA) - Rektoriya KOU, bi îdîaya "Dê çalakiyên provokatif pêk bên" hemû çalakiyên li zanîngehê qedexe kir. Rektoriya Zanîngeha Kocaeli (KOU), piştî di 11'ê Cotmeha 2016'an de komek xwendekarên zanîngehê li kampusa Umuttepe belavok belav kirin û rastî êrîşa nijadperestan hatin, bi îdîaya "Dê çalakiyên provokatif pêk bên" hemû çalakiyên li zanîngehê qedexe kir. Rektoriyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li hemû kampusên zanîngehê çalakiyên wekî miting, civîn, stant, vekirina konan, daxuyanî, çalakiya rûniştinê, konser, belavok, afiş û pankart tev di pêvajoya OHAL'ê de hatiye qedexekirin. Di 11'ê Cotmehê de komek xwendekar li kampusa Umuttepe ya zanîngehê bi armanca komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê şermezar bikin belavok belav kiribûn û rastî êrîşê hatibûn. Platforma Tevgera Turanci û tîmên ewlehiya taybet bi hevre êrîşî koma ciwanan kiribûn û 40 xwendekarên çepgir hatibûn binçavkirin. (mae)