HDP paşeroj û pêşeroja xwe nîqaş dike 2016-10-15 11:16:44 ENQERE (DÎHA) - HDP a ku di 4'emîn salvegera damezirandina xwe de hemû rêxistinên xwe kom kir xebatên xwe yênsiyasî yê 4 salan û projeyên xwe yên pêşerojê nîqaş dike. Civîn damezirînerên HDP û û siyasetmedarên ciwan gihan hev û hejmara zêde ya jinan bal kişand. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku gelek endam û rêveberên wî hat girtin û di bin dorpêça daraz û siyasetê de ye bi 4'emîn salvegera damezirandina xwe de bi rêxistinên xwe yên tekîldar ve li Enqereyê civiya. Hevserokên HDP, parlamenter, endamên MP û MYK'ê, rêveberên bajar û navçeyan beşdarî civînê bûn. Damezirînerên HDP'ê Yavuz Onen, Gençay Grusoy, siyasetmedarên ciwan hatin cem hev. Dİ civînê de hejmara zêdebûna siyasetmedarên jin bal kişand. Civîn dê bi serokatiya Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim ve bi civîna "pirsgirêk, çareserî û fersend" bê lidarxistin û li bendê ye ku nîqaş û perspektîf di vî çerçoveyê de bi. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş piştî ku hatin civînê bi awayekî girtî berdewam kir. Di civînê de xebatên 4 salan ên HDP'ê dê bê nirxandin û plansazî bê kirin. Di civînê de Demîrtaş îro, Yuksekdag jî sibehê axaftina vekirinê bikin. (sa)