Ji bo AKP'iyan parazvanên taybet 2016-10-15 10:58:51 WAN (DÎHA)- Bi fermana ku ji aliyê Navneda Giştî ya AKP'ê ve hat dayîn li herêmê hemû serokên bajar û navçeyan ên AKP'ê bi polîsan ve tên parastin. Şaredarên Westan û Tuşbayê yên Wanê bi artêşa parazvanan ve digerin. Piştî ku li Colemêrg, Amed û Wanê çalakiyên li dijî AKP'iyan pêk hat li navçeya Westan û Tuşba yên Wanê ji bo şaredaran parazvan hat dayîn. Şaredarî Westanê yê AKP'î Sînan Hakan yek wesayîtekî polîsan bi 2 wesayît û 3 parazvanan ve, Şaredarê Tuşbayê yê AKP'î Fevzî Ozgokçe jî yek polîs bi temamê 3 parazvanan ve digerin. Hate hînbûn ku daxwaza parastinê ji aliyê Navenda Giştî ya AKP'ê ve hatiye kirin. (sa)