'Tu şehîd ne bê xwedî ne' 2016-10-15 10:37:00 MÊRDÎN (DÎHA) - Rayedên dewletê cenazeyê Sedat Kaya (Reşo) yê di parastina taxên Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, di 5'ê Gulanê de cenazeyên wî ji taxê derxistin, lê ne diyar e cenaze li ku ye. Piştî malbat fêr bû ku dewletê cenaze ji taxê derxistine, diyar kirin ku dibe dewletê cenazeyê kurê wan li gora bêkesan defin kiribe û wiha got: "Ne Sedat û ne jî tu şehîd ne bê xwedî ne." Li navçeya Nisêbînê ku rêveberiyên cewherî lê hat îlankirin, dewletê 3 mehan êrîşên dijwar pêk anîn. Di şerê parastin û berxwedana taxan de gelek ciwanên şer kirin jiyana xwe ji dest dan. Di şer de ciwanê bi navê Sedat Kaya (Reşo) jiyana xwe ji dest dabû û hêzên dewletê di 5'ê Guanê de cenazeyê wî ji taxa Şehit Gelhat (Abdulkadirpaşa) derxistin û birin Nexweşxaneya dewletê. Li cihê ku Kaya jiyana xwe lê ji dest da, tenê du lepikên destan û êlekek mabû. Piştî malbat fêr bû ku cenazeyê kurê wan ji taxê hatiye derxistin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin 2 meh berê mînaka xwînê dan. Lê li gel ku 2 meh berê mînaka xwînê dane hêj negihiştine cenazeyê kurê xwe. Malbata ku 2 mehin di şopa cenazeyê kurê xwe dene, diyar kirin ku dibe dewletê cenazeyê kurê wan li goristana bêkesan defin kiribe. Malbatê diyar kir ku ne Sedat ne jî tu şehîdên din ne bê xwedî ne û xwediyê her şehîdan heye. 'Em vegeriyan axa ku kurê me lê canê xwe daye' Malbata Sedat Kaya ku berê li taxa Şehit Gelhat bi cih bûbûn, piştî dorpêç û êrîşên dijwar koçî navçeya Midyatê kirin. Dayika Sedat Kaya Nesibe Kaya, diyar kir ku piştî qedexe karbûn disa vegeriyan axa xwe ya kurê wan lê canê xwe daye û wiha got: "Ji ber dorpêça têlan em nikarin têkevin taxên xwe. Em niha li gundê Gundikê Şikro yê Nisêbînê dijîn." Sedat hevalên xwe berneda' Kaya, anî ziman ku ew dixwazin cenazeyê kurê xwe bigirin û li cih û warê ku Sedat lê ji dayik bûye defin bikin. Nesibe Kaya, da zanîn ku kurê wê gotiye "Ez dê çawa hevalên xwe terk bikim û biçim. Piyê wî bi guleyê berîn bûbû jî dîsa taxa xwe û hevalên xwe terk nekir. Got 'Çi dibe bila bibe ez nikarin biçim axek din' û hevalên xwe terk nekir. Ji ber vê yekê em dixwazin cenazeyê wî bigirin û li taxa lê ji dayik bûye defin bikin." 'Li cihê lê şehît ket du lepik û êlekek mabû' Dayik Kaya, destnîşan kir ku kurê wê li dijî pergala leşkeriya bi zorê derket û wiha got: "Sedat digot ez dê tenê leşkeriya welatê xwe bikim. Mehekê tevî hevalê xwe şer kir û piştre li taxa Şehit Gelhat şehît ket. Cîranên me yên çûn taxê diyar kirin ku li cihê lê şehît ketiye du lepik û êlekek maye Ez niha nizanim kurê min li kuye. Ez dixwazim bigêjim cenazeyê kurê xwe û wî hembêz bikim." 'Ne sedat û ne jî tu şehîdên din ne bêxwedî ne' Bavê Sedat Kaya Mehmet Kaya jî anî ziman ku dewletê cenazeyê kurê wî di 5'ê Gulanê de ji taxê derxistine û wiha got: "Dema dewletê cenaze derxist tu agahî neda me. Me 2 meh bere mînaka xwînê da. Lê hêj encama testa xwînê diyar nebûye û hêj cenazeyê kurê me nedane me. Em dibêjin ne Sedat û ne jî tu şehîdên me ne bê xwedî ne. Em naxwazin kurê me li goristana bêkesan bê definkirin. Em her dem li gel şehîdên xwe ne. Şehîd namirin. Em tu carî poşman nebûn û nabin. Xwişka Sedat Aliye Işik, jî anî ziman ku Sedat li ser vîn û daxwaza xwe çû û dema hevalên wî li tenişta wî şehit ket, nekarîbû vê yekê temaşe bike û biçe û got: "Em dixwazin bigêjin cenazeyê xwe." (mae)