Li Aksarayê rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin 2016-10-15 10:01:41 ENQERE (DÎHA) - Li Aksarayê di operasyona li hemberî rêveberên HDP'ê de 7 kes hatin binçavkirin û hat zanîn ku lêgerîna 7 kes jî didome. Ji aliyê Midûryeta Polîsan a Aksarayê ve li hemberî rêverbirên HDP'ê di saetên serê sibê de operasyon hat destpêkirin. Di operasyonên ku hemwext de, ji 14 kesên ku derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayîn 7 kes hatin binçavkirin û lêgerîna 7 kesên din jî didome. HDP'iyên hatin binçavkirin piştî di kontrola tendirûstiyê re hatin derbaskirin birine Midûryeta Polîsan a Aksarayê. Navê kesên hatine binçavkirin wihane: Îsmaîl Duygun, Rifat Sarikaya, Şengul Duman, Cengîz Palta, Ercan Palta, Îsmaîl Sarıkaya û Akîf Erdogan. Serokê HDP'a Aksarayê Muhîttîn Yilmaz di daxuyaniya ku derbarê operasyonan kirî de wiha got: "Bi pêkanînên OHAL'ê re rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Rêveberên HDP'ê yên Aksarayê jî bi awayekî bêmafî binçav kirin. Tu eleqeya hevalên me bi sûcdariyên ku tên kirin re tuneye." (mb)