DAIŞ'ê keda wî yê 50 salan tune kir lê ew bêzar nebû 2016-10-15 09:05:47 RIHA (DÎHA) - Welatiyê bi navê Taha El Taha yê ku ji bajarê Reqa yê Sûriyeyê muzeya ku keda wî ya 50 salan bû ji ber ku DAIŞ'ê xira kir koç kir hat, niha li Rihayê li hewşa melekî de hezkirina xwe ya girtina arşîvan didomîne. Welatiyê bi navê Taha El Taha (67) yê ji bajarê Reqayê yê û ji ber şerê li welatê xwe koçî Rihayê kir, anî ziman ku DAIŞ'ê muzeya wî ya 50 salan xira kiriye lê ew ligel vê yekê bêzar nebûye vê carê jî dixwae li Rihayê muze veke. Taha ji zaroktiya xwe ve berhemên hunermendên ji çandên cuda ne kom kir û kiriye arşîv ewil di 1975'an de muze vekiriye, di 1981'an de jî piştî muzeya dewletê hatiye vekirin hemû berhemên xwe daye vê derê. Taha bilêv kir ku çawa ku DAIŞ'ê welatê wî tune kiriye muzeya wî ya xira kiriye û wiha berdewam kir: "Di dema şer de DAIŞ'ê bi taybetî êrîşî berhemên dîrokî kir. Muze û avahiyên dîrokî xira kir. Ji ber ku dixwaze hefizeyan tune bike. Ew muzeya ku min ava kir hafizeya kurd, ereb, suryan, ermenan bû. Bi tunekirina çandên gelan ve dixwazin wan jî tune bikin." 'Dagirker êrîşî arşîvan dikin' Taya yê ku gotina "Arşîv hefziye civakê ye ji ber vê yekê jî dagirker êrişî arşîv û avahiyên dîrokî dikin" bi kar anî anî ziman ku keda 25 salan û nivîs. gotar, peykerên ku xwedî paşerojekî 50 salan in ji aliyê DAIŞ'ê ve hate tunekirin. Taha got ku li muzeya xwe ya di Reqayê de berhemên helbekvan. wêjevan û nivîskarên sûriyeyî, kurdistanî kom kiriye û armanca wî jî ji bo pêşerojê hefizeyek hiştin bû. Taha wiha got: "Di destên min de gelek berhemên aydî hunermendên Sûriyeyê hebûn. Helbets, nivîs û wêne bûn. Dibe ku girîng nebe lê piştî çend salan êdî nikarin bibînin. Xişrên aydî gelekî jî nîşan dide ku ew jiyanekî çawa didin meşandin. Ji ber vê yekê jî veşartin girîng e." Taya yê ku beriya du salan hatiye anvçeya Eyyubiyeyê li vir jî xebata arşîvkirinê didomîne, li amala ku kirê kiriye bi derfetên xwe ve temîr kir. Taha yê ku li vir jiyana xwe didomîne di heman demê de dixwaze tiştên ku aydî hunermend û nivîskaran e careke din kom bike û li muzeyê pêşangehê veke. Taya bilêv kir ku bi taybetî jî têkîldarî têkoşîna jinên kurd agahiyan kom dike. Taha got ku jinên kurd azad û xurt in û wiha axivî: "Hunermendên jin si taybetî jî der barê jiyana jinan de ez dixwazim belgeyan kom bikim. Tirkeye naxwaze kurd bibin xwedî statu. Lê rûmeta mirovan ji quretiya dewletî mezintir e." 'Kurdan li welatê min îstikrar pêk anîn' Taha got ku ew dixwaze vegere welatê xwe. Taha bilêv kir ku hemû cihanê li Sûriyeyê sûcê şer pêk anîne lê kurdan rewşa vî şerî guhertine, rolekî mezin lîstine. Taha wiha got: "Li Reqeyê kurd, ereb, ermen em hemû wekî malbatekî bûn. Lê piştî şer hemû tişt hat guhertin. Ên ku li wir şer kirin kurd bûn. Kurdan li Sûriyeyê îstikrar pêk anîn." (sa)