Çareserî ne şer, Ocalan e! 2016-10-15 09:04:51 ÎZMÎR (DÎHA) – Saziyên civaka sivîl diyar kirin ku, bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê meşandin mafên Ocalan tên xespkirin. Saziyan anîn ziman ku, çareseriya şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin azadiya Ocalan e. Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve bi parêzerên xwe û ji 5’ê nîsana 2015’an ve jî bi Heyeta Îmraliyê re, nikare hevdîtinê pêk bîne û rastî tecrîdê tê. Şaxên Komeleya Malbatên Windayan (YAK-DER), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Huqûqî ya Malbatên Girtî Hikumxwaran (TÛHAD-FED) ên Îzmîrê tecrîda giran a li ser Ocalan nirxandin û anîn ziman ku, çareseriya şerê li Tirkiye û Kurdistanê tê meşandin Ocalan e. ‘Yê şer rawestîne Ocalan e’ Hevseroka Şaxa YAK-DER’a Îzmîrê Zarîfe Karasûngûr anî ziman ku, her diçe li Kurdistan û Tirkiyeyê şer dijwartir dibe û got divê her kes pirsa ‘Dê ev şer çawa bê rawestandin?’ ji xwe bipirse. Karasûngûr dest nîşan kir ku, şer ne çareserî ye, yê ku dê şer rawestîne Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi xwe ye û wiha got: “Di pêvajoyeke wiha ku şer dijwar bûye de, daxwaza me ew e ku, dubare hevdîtin bi Ocalan re pêk bên.” ‘Divê dewlet bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne’ Karasûngûr diyar kir ku, gumanên wan î arasteyî jiyan û tenduristiya Ocalan de bi hevdîtina bi birayê wî Mehmet Ocalan re hinekî kêm bûne û wiha axivî: “Em wek YAK-DER’ê ne şer, aşitiyê dixwazin. Yê ku dê vê xwînê rawestîne Birêz Ocalan e. Heke rayedarên dewletê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, em bawer in dê şer raweste.” ‘Mafên Ocalan tên xespkirin’ Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek, mafên girtî û hikumxwaran ên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digirin bi bîr xist û wiha got: “Mafê Abdûllah Ocalan heye ku, dema bixwaze hembi awayekî vekirî û hem jî girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Niha dema em lê dinihêrin aşkere ye ku mafên Abdûllah Ocalan tên xespkirin.” Çîçek ji bo hîn bêtir kes jiyana xwe ji dest nedin bang kir û anî ziman ku, divê hevdîtina Ocalan a bi malbat, parêzer û rayedarên dewletê re pêk bê. ‘Bila dawî li tecrîdê bê’ Rêveberê Şaxa TÛHAD-FED’a Îzmîrê Mehmet Degîrmen jî dest nîşan kir ku, ji bo destkeftiyên gelê kurd bên binpêkirin şer tê dijwarkirin û got, gavavêtinên gelê kurd ên ber bi azadiyê ve tên astengkirin. Degîrmen anî ziman ku, çareseriya şer li Îmraliyê ye û wiha axivî: “Birêz Ocalan seraktorê çareseriyê ye. Her talîmata ku ji Îmraliyê were, ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke mezin e.” Degîrmen anî ziman ku, tecrîd sepandineke dermirovahiyî ye û ji bo xwedîderketina li Ocalan û bi dawîbûna tecrîda li Îmraliyê bang kir. (red)