Şideta dewletê ya li dijî girtiyan bi dawî nabe! 2016-10-15 09:04:20 ENQERE (DÎHA) – Şaxa ÎHD’a Dîlokê li ser giliyên ji Gîrtîgeha Tîpa L a Dîlokê hatibûn xebat meşandin û binpêkirinên li girtîgehan kirin rapor. Di raporê de agahiyên ku hevdîtina bi malbatên girtiyan, serlêdêran û çavdêrî cih digirin. Agahiyên tacîz, derbkirin û zextên ên li dijî girtiyan jî cih digirin. Di demên dawî de der bareyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de gelek gilî û gazinc ji Komeleya Mafên Mirvan (ÎHD) re tên. Li ser vê Şaxa ÎHD’a Dîlokê, li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê binpêkirinên mafan raçav kir. Şaxa ÎHD’a Dîlokê, bi 14 malbatên girtiyên ku li girtîgehê dimînin re der barê binpêkirinên mafan de hevdîtin pêk anîn û li gor van hevdîtinan nexşeya binpêkirina mafan çêkir. Bi vê nexşeyê re derket holê ku, hêzên dewletê li dijî girtiyan polîtîkayeke taybet dimeşînin, girtî ji gelek mafên bingehîn tên mehrûmkirin, rastî îşkenceyên fîzîkî û ruhî tên. Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, dihat payîn ku dê di kanûna 2016’an de bê vekirin, lê di trîmeha 2016’an de hat vekirin û nêzî 1000 girtî ji bajarên hawirdorê anîn û lê hatin bicihkirin. Ji vana girtiyan malbatên 14’an jê serî li ÎHD’ê da û li ser van serîlêdanan xebatek hat destpêkirin. Rapor çavdêriyên hevdîtina bi malbatên girtiyan û serlêdêran di xwe de dihebîne. Di raporê de li girtîgehan polîtîkayên îşkenceyê yên dewletê di asta herî jor de xwe didin der. Ji ber xwetazîkirin qebûl nekir, rastî cezayê hcreyê hat Ji girtiyan Yûsûf Karaaslan ê ku dema ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê sirgûnkin û neqlî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê tê kirin, di dema neqlê de rastî gelek îşkenceyan tê. Di raporê de li gor vegotinên dayika Karaaslan, Leyla Karaaslanê, kurê wê Yûsûf şilfîtazî hatiye kirin û rastî îşkenceyê hatiye, wî tî hiştine û her wiha ji ber xwetazîkirin qebûl nekiriye rastî cezayê hucreyê hatiye. Her wiha radyo û TV ji bo Karaaslan nayên dayîn û di dema hevdîtinên vekirî de, destûra ku li kêleka dayika xwe rûnê jî nayê dayîn. 'Li bedena kurê min morayî hebûn, cilên li ser ne aîdî wî bûn’ Di rapora ÎHD’ê de tê diyarkirin ku girtiyê bi navê Erhan Tûgan her çiqas nexwestiye jî bi zorê wî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê birine Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê û tê diyarkirin ku dayika Tûgan, Emîne Tûgan daye zanîn ku di dema sirgûnê de wê 18 rojan nikaribûye bi kurê xwe re hevdîtinê pêk bîne û her wiha li hucreyekê yek kesî tê girtin. Di raporê de agahiyên dayika Tûgan, Emîne Tûgan ên têkildarî na mafan wiha cih digirin: “Roja ku kurê wê anîne Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, hatiye lêdan, cilên wî hatine qetandin, li huceryeke yek kesî tê girtin, ji taqeta xeberdanê ketiye, cilên li ser wî ne aîdî wî bûne, li bedena wî morayî hebûne, saeta wî hatiye şikandin, cilên wî yê bin tune bûne, ava vexwarinê zaf nadinê, çarşef û betaniya wî tune ye, ji amrazên ragihandinê yên wek radyo û TV’yê mehrûm hatiye hiştin û wan ji qantîna girtîgehê jî cilên bin temîn nekiriye.” Gardiyan heqaretê li serdêran dikin Girtiyê bi navê Fahrî Aralan ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hat kirin jî, bi her awayî rastî binpêkirinên mafan tê. Li gor vegotinên bavê Aralan, Firat Aralan di raporê de tê diyarkirin ku, dema Fahrî Aralan tê sirgûnkirin hatiye derbkirin û bêyî hincet û sebebekê hefteyê rastî cezayê hucreyê hatiye. Di raporê de tê destnîşankirin ku, Aralan rastî pêkûtiyên derûnî yên gardiyanan tê û her wiha gardiyan bi ser malbatên girtiyan diqîrin û bi heqaretî nêzî wan dibin. Di raporê de tê diyarkirin ku, li girtîgehê pirsgirêka avê heye, ji ber vê girtî niakrin serê xwe bişon û her wiha li gel bavê Aralan nexweşe jî, ji aliyê rêveberiya girtgehê cihekî ku serlêdêr lê rûnên nehatiye çêkirin. 'Bi rojan bi copan li cihê bi platîn hatiye xistin’ Yek ji wan binpêkirinên mafan ên xwe li rapora ÎHD’ê da der jî, li gor vegotinên serlêdêr Zelîha Alkay derket holê. Xizmê Alkay, Ferhat Alkay jî wek girtiyên din her çiqas nexwestiye ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bê sirgûnkirin, lê bi zorê hatiye sirgûnkirin. Di raporê de li gor vegotinên Zelîha Alkay li girtîgehê ev binpêkirinên mafan xwe didin der: “Serlêdêr diyar dike ku xizmê wê Ferhat Alkay 5 rojan di hucreya yek kesî de hatiye girtin, di warê xwarin û avê de zehmetî kişandiye, ji aliyê gelek gardiyanan ve rastî îşkenceyê hatiye, deh rojan li zenda pêyê wî yê bi platîn hatiye xistin, li girtîgehê odeya rawestanê ya serlêdêran tune ye, ji bo pêdiviya lawaboyê mecbûr dimînin 5 km’yan dimeşin, û li hawirdorê ne av û ne jî tiştekî xwarinê heye.” Şaxa ÎHD’a Dîlokê i raporê de, çavdêriyên xwe yî der barê serlêdêran de wiha dest nîşan dike: "*Kesên ji bo xizmên xwe serî li komleya me dan, bi stres û rakêşayî bûn, *Ji bo xizmên xwe bi endîşe bûn, *Hatiye raçavkirin ku, xizmên girtiyên nexweş der barê jiyana zarokên xwe de bi endîşe ne, *Malbatên girtiyan beyan kirine ku, dema ew ji bo hevdîtinê diçin, tên tacîzkirin.” (red)