ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-15 09:00:18 * ÎHD’a Dîlokê ya ku li ser gilî û gazincên ji Gîrtîgeha Tîpa L a Dîlokê hatibûn û têkildarî wan xebatek dabû destpêkirin, binpêkirinên li girtîgehê wek raporekê amade kir. Di raporê de agahiyên ku hevdîtina bi malbatên girtiyan, serlêdêran û çavdêrî cih digirin û her wiha agahiyên derbareyê tacîz, derbkirin û binpêkirina mafan ên girtiyan jî cih digirin. * Saziyên civaka sivîl diyar kirin ku, bi tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê sepandin re, mafên Ocalan tên xespkirin û anîn ziman ku, çareseriya şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin Ocalan e. * Walîtiyê projeya Şaredariya Şirnex a avakirina 400 xaniyên ji bo gelê Şirnexê werin çêkirin bi hinceta, "Çavkaniyên cemaweriyê beredayî were bikaranîn" red kir û destûrê nade ku şaredarî vê projeyê pêk bîne. * Parlementerên HDP’î ên ku gotin qedexeya derketina derve ya li Şirnexê 216 roj e bi awayekî derhuqûqî didome, dê rûxandin û talana li bajêr bişînin DMME’yê. Parlementeran wiha bang li NY’yê û gel kirin, “Tevbigere” û “beşdarî Kampanyaya Malbata Xwebirayî bibe.” * Qaymeqamê Farqînê Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin bi tedbîren berfireh tê şaredariyê lê piraniya fermanên xwe ji Fermandariya Alaya Navçeyê dide. * Welatiyê bi navê Taha El Taha yê ku ji bajarê Reqa yê Sûriyeyê muzeya ku keda wî ya 50 salan bû ji ber ku DAIŞ'ê xira kir koç kir hat, niha li Rihayê li hewşa melekî de hezkirina xwe ya girtina arşîvan didomîne. * ÎHD û xizmên windayan dê bi sloana "Wina bên dîtin kiryar bên darizandin" di hefteya 401'emîn de li Amedê û Êlihê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00) BI DÎMEN E * Dayikên Şemiyê bi slogana "Kiryar diyar in winda li kû ne" dê di hefteya 603'yemîn de li Qada Galatasarayê çalakî li dar bixin. (12.00) BI DÎMEN E * Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sumerbarka Kevn a Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00) * Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş dê cara 238'emîn li ber Lîseya Galatasarayê çalakî li dar bixe. (13.30) BI DÎMEN E * Rêxistina DBP'ê ya Amedê ji bo ku siyasetmedarên kurd ên hatine binçavkirin bên berdan çalakiya rûniştinê ya ku daye destpêkirin di roja 4'emîn de didome. (17.00) BI DÎMEN E POLÎTÎKA * AKP’ya ku daxwaza qanûna bingehîn a civakê li gor pêdiviyên xwe disêwirîne, di referandûma 12’ê îlonê de bi piştevaniya lîberalan gavekê nêzî pergala serokatiyê bûbû, niha jî bi piştevaniya netewperest û ergenekonciyan dixwaze xwe bigihîne vê pergalê. Lê belê gelek lîberalên ku di referandûma 12’ê îlonê de gotibûn “têr nake, lê belê” û piştevaniya AKP’ê kiribûn, niha gelekê wan di girtîgehê de ne. * Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Bervîn Buldan, diyar kir ku di vê pêvajoya ku şer dijwar dibe û vîna gelan ji destê wan tê derxistin pêwiste armanca her kesî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be. Buldan, xwest her kes dijberî rejîma Serokdewletiyê têkoşîna xwe xurt bikin. * Parlementerê HDP’ê Osman Baydemîr ê ku li gel heyeta HDP’ê çû Başûrê Kurdistanê, têkildarî hevdîtinên ku pêk anîn de wiha got: “Em ji hevdîtinan bi hêvî ne û hêvî sikin ku em ê di demek nêz de xebera xêrê bistînin.” JIN * Hevserokên jin ên DBP’î operasyonên binçavkirinê yên li dijî siyaseta kurd zêde dibin nirxandin û wiha dest nîşan kirin: “Operasyonên binçavkirin, operasyonên li dijî îradeya jinê ye. Li dijî vê em ê di siyasetê de têkoşîna xwe ya hebûnê bidomînin.” * Kurda Îranê Zeynep Sekanvand Lokran ji ber xwe ku li dijî tundî û êrîşa hevserê xwe, parastin kir û hevserê xwe kuşt rastî cezayê darvekirinê hat. Bi vî cezayî, li Îranê dîsa cezayê darvekirinê hat rojevê. Heta niha gelek caran jinên xwe parastin rastî ceza hatin. * Parêzer Perîhan Kayadelen dest nîşan kir ku di cinayetên jinan de dayîna cezayên texilker pêşiyê li qetilkirina jinan vedike û wiha got: “Dema mêrek dibîne di cinayeta jinekê de ceza hindik tê dayîn, heman rêbazê bi kar tîne û jineke din qetil dike.” * 19'emîn Civîna Navendên Piştevaniyê ya Stergehên Jinan dê li bi malovaniya Komeleya Mala Stargen û Navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê (AKDAM) ve li Şîrîn Park Otelê bê lidarxistin.(09.30- 17.00) BI DÎMEN E ÇAND Û HUNER * Li Şaxa DAD’ê ya Mamakê qursên saz, erbane, bendîr û gîtarê yên perçeyek ji bawerî û çanda civaka kurd-elewiyan e dest pê kirin. Endamê DAD’ê Orhan Erdogan ji bo beşdarbûyîna xebatan bang li kurd û elewiyan kir. * Mehmet Salîh Coşkûn ê ku xeyalên xwe yî zarokatiyê wek peykertiraşekî pêk tîne, bi amûrên li ser çopgehan berhemên hunerî diafirîne. ABORÎ * Cotkarên gundên Şukirliya Bismilê îsal çandiniya genim û garis baş buye û got ku wan di çandiniya pembû de zerar kiriye. * Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir ku pêvajoya şer bandorekî neyînî li ser esnafan kiriye û di 3 mehên dawî de 306 esnafan derebayên xwe girtine. JÎNGEHA KEDÊ * Endamên KESK'ê yên ku li dijî ji kar avêtin û durxistinan ji Stenbol, îzmîr, Wan û Amedê derketîn rê dê li Enqereyê bigihîjin hev. Biryara qedexeyê ya Walîtiya Enqereyê jî dê li gelek bajaran bê şermezarkirin. (12.00-17.00) BI DÎMEN E EKOLOJÎ * Li Erdîşê mahsulên dawî yên payîzê li gel rengdayîna dezgehan, dilê mirovam dibijînin xwe. * Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê ji bo plansaziya parastina hebûnên xwezayî, dîrokî û çandî dê li Kafeya Huner û Çandê ya Kelepîr a Stenbolê forûmê bi kar bîne. (13.00) BI DÎMEN E