Li Geverê li dijî wesyaîta zirxî êrîşeke roketiyî 2016-10-14 22:34:09 COLEMÊRG (DÎHA) – Li Taxa Gungorê ya Geverê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan êrîşeke roketiyî pêk hat. Li Taxa Gungorê ya Gevera Colemêrgê danê êvarê teqîneke dijwar ku tesîr û dengê wê li gelek cihan hat bihîstin û hîskirin pêk hat. Hat zanîn ku sedema teqîna mezin, êrîşa bi roketiyî ya li dijîz wesayîta zirxî ya polîsan e. Piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin û der barê hûrguliyên bûyere de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. (gka/red)