Ji bo TV10 kampanayaya îmzeyan hat destpêkirin 2016-10-14 16:22:24 STENBOL (DÎHA) - Hunermendên Elewî balkişandin ser rola hunermendan a di civakê de û ji bo TV10 were vekirin kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Yek ji televîzyonên ku bi biryarnameya KHK'ê hatine girtin TV10 ne. Hunermendên Elewî ji ber girtina TV10 li Cemeviya Okmeydanê hatin gel hev û civînek çapemeniyê li darxistin. Di civînê de gelek hunermendên Elewî û welatiyên ku di nava wan de Huseyîn Turan, Berrîn Surarî û Metîn Karataş hene tevlî civînê bûn. Bernamesazê TV10 Huseyîn Kellecî di civînê de axivî û diyar kir ku televîzyon bi pariyên Elewiyan hatiye vekirin û rolê hunermendên ku ji bo piştgiriyê kom bûne di nava civakê de gelek girînge. Piştre hunermend Metîn Karataş anî ziman ku ji bo çand û hunerê bigihînin civakê rola dikeve ser milê televîzyon û radyoyan gelek girînge û wiha pêde çû: "Em dikarin bi têkoşînê ji vê pêvajoya ku li ser aliyên muxalif zext tê meşandin derbikevin. Divê eniya hunermendan bê avakirin. Kengî rewşenbîr û hunermend bêdeng bibin wê demê de welat teslîm bibe. Armanca me zikandina zincîrên ku li deriyê TV10 hatiye xistine." Hunermend Huseyîn Turan jî da xuyakirin ku di pêvajoya zext zêde bûne de hevgirtina hunermendan gelek girînge û divê di vê kaosê de hilberîn neyê sekinandin. Di civîna ku nîqaşên ji bo vekirina televîzyonê çi bê kirin hunermandan nêrînên xwe anîn ziman. Di dawiya civînê de Elewiyan ji bo TV10 were vekirin diyar kirin ku wan kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Civîn bi gotinan stranan bi dawî bû. Li aliyê din ji bo vekirina televîzyonê kesên dixwazin îmze bavêjin dikarin biçin cemeviyên li taxên wan û tevlî kampanyayê bibin. (mb)