Hevşaredar Îmret li Qanûna Bingehîn gilî kir 2016-10-14 13:33:15 ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmretê li hember tayînkirina qeyûmê li Dadgeha Qanûna Bingehîn gilî kir. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmretê li hemberî tayînkirina qeyûmê li Dadgeha Qanuna Bingehîn gilî kir. Îmret da zanîn ku tayînkirina qeyûmê bê hiqûqiya li hemberî gelê Cizîrêye û wiha axivî: "Em bi dengên vî gelî hatine hilbijartin. Ji be vê yekê qeyûma Cizîrê nayê qebûlkirin. Min jî wek Hevşaredara Cizîrê bi mafê xwe yê hiqûqî nerazîbûna xwe bi rêyen fermî nîşan da û li Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê gilî kir." (kom/no/mae)