Li Tendurekê pevçûn: Gelek leşker mirin 2016-10-14 12:21:39 AGIRÎ (DÎHA) - Di çarçoveya operasyona ku beriya hefteyekê li Çiyayê Tendurekê hatibû destpêkirin de bi balefirên F-16 gelek herêm tên bombebarankirin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di pevçûnên derketine de herî kêm 26 leşker û cerdevanek mirine. Leşkerên tirk beriya hefteyekê li Çiyayê Tendurekê yê di navbera Agirî û Wanê de ye dest bi operasyonê kiribûn û operasyon didome. Piştî topbarana ku duh di serê sibê de destpêkir û heta êvarê berdewam kir de di saetên şevê de balefirên F-16 herêm bombebaran kir. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, li bakurê Çiyayê Tendurekê, bombebaranek berfireh tê kirin, herêma di navabera zozanên Gûrde Şexa û Kaniyaspî û Pelelê û Çoban Kasîka yên li herêman Tutekê de li bejahiya gundên Kezo û Ket leşkeran kemîn danîne û mayîn çandine. Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de li bejahiya gundê Tutek şewat derketiye û tevgera balefirên bêmirov li herêmê didome. Li gorî agahiyên hatine bidest xistin 12'ê Cotmehê roja Çarşemê di şerê derketî de 26 leşker û cerdevanek mirine û gelek leşker jî birîndar bûne. (mb)