Hevşaredara Pîranê hat binçavkirin 2016-10-14 10:55:44 AMED (DÎHA) - Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr hate binçavkirin. Hevşaredara Pîran a Amedê ya DBP'î Zulfiye Kîşmîr dema ku ji bo îmze bavêje çû Midûriyeta Polîsan a Pîranê li vir hate binçavkirin. Kîşmîr a ku destur nehat dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne birin Amedê. Sedema binçavkirina Kîşmîr neta hînbûn. (sa)