Dema operasyona Mûsilê diyar bû 2016-10-14 10:37:20 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Endamekî Meclîsa Wîlayeta Mûsilê aşkera kir ku Serokwezîrê Iraqê bi aliyên peywendîdar ên ji bo operasyona Mûsilê re civiyaye û dema rizgarkirinê diyar kiriye. Endamê Meclîsa Wîlayeta Mûsilê Hisam El Ebaz aşekar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermandarên operasyona Mûsilê re û hêzên ku biryare beşdar bibin re civiyaye. Hisam El Ebaz diyar kir dema ji bo rizgarkirina Mûsilê hatiye diyarkirin û dê di seatên pêş de ji raya giştî re bê ragihandin. El Ebaz wiha got: "Hêzên wek tabûra 15 û 17 yên artêşa Iraqê, Rêxistina Dijî Terorê, Yekîneya 5 a Polîsê Iraqê û Polîsê herêmî jî beşdar dibin." El Baz der barê beşdarbûna hêzên Heşd El Şeebî de jî El Ebaz wiha axivî: "Me wisa lihev kiriye ku Heşd El Şeebî ji aliyê navçeya Tel Efer ve beşdar bibe. Heşd Eşayîr jî li derdora Mûsilê beşdar dibin. Her wiha me li ser destwerdana hêzên Tirk jî bi hêzên Koalîsyonê re lihevkiriye ku nabe destûr ji destwerdana Tirkiyê re were dayîn." (sa)