Li dijî girtiyên jin êrîşa zayendî 2016-10-14 10:22:02 STENBOL (DÎHA) - Jinên girtî yên Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê dimînin ji ber qedexeya hewadarkirinê şermezar kirin rastî îşkenceya gardiyanên zilam hatin. Girtiyên jin tiştên jiyane ji malbatên xwe re ragihandin û diyar kirin ku gardiyanên zilam îşkenceyek xirap li wan kirine û ji bo hinek hevalên wan lingên xwe vekin derzî li lingê wan hatine xistin. Li gel ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag îdîakiri bû ku li girtîgehan îşkence tuneye jî jinên girtî yên beriya 3 mehan ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sigûnî Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê hatin kirin bi awayekî sîstematîk rastî êrîşên gardiyanên zilam û îşkenceyê tên. Li Girtîgeha Sîlîvriyê ku 37 jin lê tên girtin, ev 3 mehe girtiyên nexweş nayên tedavî kirin. Mesude Pehlîvan ku nexweşê qansera rehîmê ye ev 3 mehe tedaviya xwe ya kemoterapiyê nabîne, Yasemîn Karacadag û Aysu Baykan ku nexweşên diyalîzê ne tedawiya wan nayê kirin. Jinên girtî di Duşena bihurî de ku bi malabatên xwe re hevdîtin pêk anîn îşkenceya ku li wan tê kirin vegotin. Ji malbatên TAYAD'ê Server Karakoç, da zanîn ku kurê wê Azîz Karakoç çûye girtîgehê xwişka xwew Zeynep Gonca Karakoç ziyaret kiriye û îşkenceya ku Zeynep dîtiye ji birayaê xwe re vegotiye. Karakoç, anî ziman ku girtiyên jin ên ji ber qedexeya hewadarkirinê şermezar kirine rastî îşkenceya gardiyanên zilam hatine û wiha got: "Lingên keça min û hevalên wê bi zorê hatine vekirin û derzî li lingê wan xistine. Ev tê çi wateyê, gelo di undirê wan derziyan de madeyên hişbirê hene. Ev îşkenceyek çawaye. Keça min di dema hevdîtinê de ji birayê xwe re dibêje; 'Azîz ez li vir îşkenceyekî ku min li tu derî ne dîtiye dibînim. Lingên min reş û şîn bûne. Ji bo lingên jinan vekin derziyan li lingê wan dixin'." 'Wezîrê Edaletê derewan dike' Karakoç, bi lêv kir ku girtiya bi navê Sevcan Adiguzel li erdê dirêj kirine, pehîn li rûyê wê xistine û wiha pêde çû: "Keça min Zeynep qêrîna Sevcanê dibihîze. Hîs dike ku çavên wê rijiyane. Gardiyanên zilam heta ji memkên Sevcanê av hatiye givaştine. Zeynep got; 'Ez dihizirim ku di îşkenceyê de madeyên hişbir bikar tînin.' Wezîrê Edaletê derdikeve û ji Tirkiye û cîhanê re derewan dike. Dibeje li girtîgehan pêkanînên xirap û îşkence tune ye. Ma zarokên Wezîrê Edaletê û midûrê girtîgehê tune ne. Bila derkevin pêşberî me û guh bidin me. Xwarin, cil û bergan nadin girtiyan. Keça min mamosteye hûn nikarin pênûs û lênûska wê ji destê wê bigirin. Ev çi bêwijdaniye hûn dikin." Ji malbatên TAYAD'ê Fatma Yayla jî da xuyakirin ku keça wê Bahar Erturk tu caran behsî îşkenceya ku li wan dihat kirin ne dikir û wiha doman: "Lê di hevdîtina Duşema bihûrî de êdî xwe ne girt û îşkenceya ku dîtiye vegot. Dema qedexeya hewadanê şermezar kirin rastî îşkenceya gardiyanên zilam tên. keça min got ji aliyê gardiyanekî mezin ve qirika wê hatiye şidandin, ji erdê hatiye rakirin û li dîwar xistine. 30 zilam îşkenceyê li 3 jinan dikin. Keça min got gardiyanan derzî li lingên wê û hevalên wê xistine." 'Her tim rastî tacîza gardiyanan tên' Ji malbatên TAYAD'ê Fahrettîn Keskîn destnîşan kir ku girtîgeha Sîlîvriyê ne li gorî jinên girtî ne û wiha got: "Keça min Yildiz Keskîn jî li wire, her tim rastî tacîza gardiyanên zilam tên. ez roja duşemê çûm hevdîtinê. Dema ez ketim cihê hevdîtinê keça min behsa pêkanînên li girtîgehê kirin. Keça min got gardiyanên zilam her tişî bi serê wan tînin, wan derp dikin û îşkence li wan dikin." Banga ji bo raya giştî Keskîn, da zanîn ku ewlehiya canê zarokên wan tuneye û wiha axivî: "Em bi fikarin. Îro roja telefonê ye û ez ditirsim ka dê îro ci bêje. Ez bang li wezîrê edaletê Bekîr Bozdag dikim ku van îşkenceyên li girtîgehan bibîne. Ez bang li raya giştî jî dikim li hemberî îşkenceyan bêdeng nemînin. Ez dixwazim bi wezîrê dadê re hevdîtinê pêk bînim. Em 7'ê Îlonê çûn ber wezareta edaletê û me 7-8 daxwaznameyên xwe dan. Gotin dê li me vegerin lê hêjî nevegerîne. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikarin." (mb)