Qeyûmê Silopiya xebatkarên çand û ziman ji kar derxistin! 2016-10-14 09:16:27 ZOZAN FENDÎK ŞIRNEX (DÎHA) - Qeyûmê Silopiya 4 mamosteyên çandê û zimanê kurdî ji peywirê girtin. Mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz bertek nîşanî qeyûm da û wiha got: "Dibe ez ji peywirê hatibim girtin lê ez ê li her kuçeyên Silopiya dersa ziman bidim gel." Li navçeya Silopiya Şirnexê piştî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin karê qeyûmê yê nava hefteyê bû girtina Navenda Çand û Hunera Laleşê. Piştî vê yekê qeyûm xwest 3 hunermedên û mamosteyên çandê û mamosteyê zimanê kurdî yê Mala Piştgiriya Perwerdeyê li ser karê paqijiyê bixebitin. Li ser vê yekê her sê xebatkarên çandê Talat Yeşîl, Denîz Aytaç, Serdar Aytaç û mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz ev yek qebûl nekirin û qeyûm jî weke rêya çareseriyê derxistina ji kar a her 4 mamosteyan dît. Mamostayê zimanê kurdî Aydin denîz da zanîn ku qeyûm bi van lîstokan li Silopiya nagihîje armanca xwe. 'Qeyûm xwest mamosteyan li ser karê paqijiyê bide xebitandin' Denîz got ku piştî girtina navenda çandê bi biryara qeyûm ew di karê paqijiyê de hatibûn peywirdarkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Qeyûm em 4 mamosteyên çand û hunerê di karê paqijiyê de peywirdar kiribûn. Me her çaran jî bertek nîşanê qeyûm da û em neçûn ser kar. Piştî du rojan jî qeyûm di derheqê me de girtek girt û em ji kar derxistin. Ez û hevalên xwe dê kolan bi kolan bigerin û perwerdehiyê bidin gelê xwe. Qeyûm nikare daxwaza me ya li hemberî ziman û hunerê asteng bike. Em ê her tim li hemberî zext û zora dewletê li ber xwe bidin. Her wiha daxwaza me ew e ku malbat û şagirtên çand û hunerê dest ji çand û zimanê xwe bernedin" 'Armanca qeyûm astengkirina pêşketî gel a çand û ziman e' Denîz destnîşan kir ku qeyûm bi vê kiryarê armanca xwe ya li hember çand û zimanê vî gelî aşkere kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xandekarên çand û ziman zêde bûn. Li Silopiya her ku diçû huner pêş dikeft. Ji ber vê yekê jî qeyûmê pêşkeftina gel a hunerî neragirt û saziya çandê girt. Niha jî avahiya çandê ji bo karê cuda tê bikaranîn. Lê her çiqas êrîşê huner û zimanê me jî bikin em ê xebatên xwe bimeşînin." 'Emrê qeyûm ê li şaredariyê ne dirêj e' Denîz herî dawî bal kişand ser rewşa ku qeyûm têde ye û got: "Qeyûmê hefteya destpêkê saziya şaredariya ya çandê girt. Weke tê zanîn dema qeyûm hat tayînkirin hêzên dewletê derdor û hundirê şaredariyê bi bariyerên betonê girtin. Dema mirov lê dinêre emrê wan ê şaredariyê de kurt e û ew jî di ferqa vê yekê de ne." (no/mae)