Mînakên îşkenceyên ku Wezîrê Dadê xwestibûn hatin raporkirin! 2016-10-14 09:10:11 ENQERE (DÎHA) –Wezîrê Dadê îdia kiribû ku li girtîgehan îşkence tune. Der barê vê îdiayê de ÎHD li Girtîgeh T2 a Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtin kir û rapor amade kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku gelek jê birîndar welatiyên ji Nisêbînê anîn û li vê girtîgehê tên girtin rastî îşkenceyên giran hatine. Nûnertiya Herêma Akdenîzê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa Komîsyona Huqûqê ya ÎHD’a Edeneyê li ser îdiayên girtiyan û malbatên wan ên der barê îşkenceyên giran û binpêkirinên mafan, li Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê lêkolîn kirin. 61 girtiyên ku li Girtîgeha Osmaniyeyê tên girtin name ji ÎHD’ê re şandin û derket holê ku li girtîgehê herî zêde welatiyên sivîl ên di şerê xwerêveberiya Nisêbînê de birîndar bûbûn û hatibûn girtin, rastî binpêkirinên mafan tên. Li ser gilî û gazincên ku ji girtîgehê hatin, endamên Şaxa Komîsyona Huqûqê ya ÎHD’a Edeneyê rû bi rû hevdîtin bi girtiyan re pêk anîn. Komîsyon vegotinên girtiyan û çavdêriyên xwe rapor kirin û weşandin. Girtî bê av û xwarin hatin hiştin Hevdîtina Parêzer Yasemîn Dora Şeker a ku bi girtiyê bi navê Osman Bozkûrt re pêk anî wiha di raporê de cih girt; Osman Bozkûrt ê ku li Nisêbînê dema qedexeya derketina derve didomiya û li mal bêyî daxilî sûcekî bibe, di dema bombebaran hêzên dewletê de birîndar bûye. Dema ji qada pevçûnê hatiye derxistin, li gel ku sivîl û birîndar bû jî li Dibistana Seretayî ya Suleyman Bolunmez, dayik jî dinav de gelek sivîl rastî îşkenceyê hatine. Di raporê de hat diyar kirin ku, pişt re Bozkûrt anîne Girtîgeha Osmaniyeyê. Dema Bozkûrt tînin, di rînga girtîgehê de bi tu awayî nan û avê nadinê, birçî tê hiştin û her wiha demek dirêj jî tê derbkirin. Ji çavê xwe yî çepê birîndar bû, lê tenê antîbiyotîkek danê Di raporê de tê diyar kirin ku, Bozkûrt ji çavê xwe yî çepê birîndar bûye. Ji bo tedawiyê ji Mêrdînê wî birine Edeneyê, lê bêyî ku bê tedawîkirin wî dişînin girtîgehê û her wiha di raporê de ev agahî jî cih digire; li gel birîna Bozkûrt a giran jî li revîrê bes hebeke êşê didinê û demildest dubare wî dişînin girtîgehê. Di raporê de tê destnîşan kirin ku, Bozkûrt li nêvengeke qelebalix û ne tenduristiyane tê girtin û tedawiya wî nayê kirin û li gel vê ji ber tim rastî şideta fizîkî tê çavê wî yê din jî xesar dîtiye. Bi kobrayê ji lingê xwe birîndar bû, pêdiviya wî bi lênihêrînê heye Ji Komîsyona Huqûqê Parêzer Fatma Kaymaz Son a ku bi girtiyê bi navê Unal Gumuş ku li Nisêbînê de hezîranê de birîndar bûbû û hatibû girtin re hevdîtin pêk anî. Di dema hevdîtinê de beyana Gumuş hatiye qeydkirin û binpêkirinên mafan ên Gumuş rastî wan hatiye wiha di raporê de cih digirin: "Got, li Nisêbînê di dema qedexeya derketina derve de, dema li mala xwe bûye bi gulebarana kobraya polîsan ji lingê xwe birîndar bûye û dema li Osmaniyeyê bûye wî birine nexweşxaneyê, lê belê bêyî mûayene jî bibe wî anîne girtîgehê, nebirine revîrê, êşa wî didome, birîna li lingê wî necebiriye, divê bê tedawîkirin, ji ber tim av tê qutkirin û qawîş qelebalix e û ji ber birîndar e, pêdiviya wî bi lênihêrîne heye.” Gardiyan tim sixêfan dikin û gefan dixwin Di raporê de binpêkirina mafên Gumuş tenê ne ev in. Di raporê de tê diyarkirin ku, Gumuş tim rastî muameleyeke kirêt a gardiyanan tê, sixêf û gefwarin lê tên kirin, bi taybetî kesên ji Nisîbînê anîne û di heman qawîşê de ne rastî mûameleyek nebaş tên, hevdîtina wan î bi girtiyên din re tê astengkirin, amûrên ku malbat tînin nayên dayîn û li wan tê ferzkirin ku ji qantînê danûstendinê bikin. 'Li Nisêbînê hat girtin, terorîst e’ Ji parêzerên Şaxa Komîsyona Huqûqê ya ÎHD’a Edeneyê Nûrettîn Taş jî bi girtiyê bi navê Mehmet Tahîr Avci yê tim bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê tê re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku Avci jî, li Nisêbînê di encama teînekê de perçeyên şerapnelê lê ketine û ev perçe pişika wî perçe kiriye û bi tu awayî tedawiya Avci nehatiye kirin û hat diyarkirin ku leşkeran ji peywirdarên tenduristiyê re gotiye, “Li Nisêbînê hatiye girtin. Terorîst e.” Li ser vê Avci, rastî tewrên dijminahiyî yên personelên nexweşxaneyê tê. Di raporê de hat destnîşan kirin ku, li nexweşxaneyê hemşîreya ku xwînê digire bi vegotineke nefretî ji Avci re wiha gotiye: “Min ê vê xwîna te yî pîs negirtana, lê ez mecbûr im.”. Li qawîşa 16 kesî 24 kes dimînin Parêzer Nûrettîn Taniş bi girtiyê bi navê Abdûlkadîr Baybars ê ku li Nisêbînê di dema qedexya derketian derve de bi perçeyên şerapneê ji sînga xwe birîndar bûye re jî hevdîtîn pêk aniye. Hat diyarkirin ku Baybars, ji şert û mercên girtîgehê û ji peywirdarên girtîgehê bi gilî û gazinc e. Binpêkirinên mafan ên ku di şexê Baybars de xwe didin der ev in: “Baş av ji bo wî nayê dayîn, ji bo di nîzameke leşkerî de bimeşin rastî pêkûtiyan, heqaret û sixêfan tên. Her çiqas birîndar e jî, sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê nayê dayîn, di qawîşa 16 kesî de 24 kes dimînin.” Ji gardiyanan gefxwarin: Heke hûn li vir bêdeng nesekinin, em ê we hemûyan bikujin! Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku, qawîşa ku Baybars lê dimîne, pir hendik xwarin ji bo wan tê dayîn, cihê hewadariyê pir hindik tê vekirin, çalakiyên girtiyan ên sportîf tên astengkirin, girtî rastî sepandin û lêgerînên kêfî tên û her wiha gardiyanê bi navê Yûsûf bi vî awayî gef li girtiyan xwariye: “Heke hûn li vir bêdeng nesekinin, em ê we hemûyan bikujin.” Di rapora têkildarî binpêkirina girtiyên Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê ya ku ÎHD’ê amade kir de, de agahiyên berfireh cih digirin û li malpera fermî ya ÎHD’ê hatiye weşandin. (red)