Jinên ciwan hişmendiya klasîk pûç dikin! 2016-10-14 09:07:57 STENBOL (DÎHA) – Futbola ku di dîrokê de her tim wek a mêran tê zanîn, jinên ciwan wê hişmendiya “erk”ê ango ya desthilatiyê pûç dikin û her wiha di vê qada ku têkoşîna hebûnê didin de jî, navên xwe li bin gelek serkeftinên girîng dinivîsînin. Li gelek qadên jiyanê, li qadên futbolê jî jin têkoşîna jiyanê didin û bi biryar in ku, wê “erk”a mêrî ya di futbolê de biherifînn. Jinên ciwan ên gotin futbol terzeke jiyanê ye, di heman demê de li vê qada ku têkoşîna jiyanê didin, navê xwe li bin gelek serkeftinên girîng jî dinivîsînin. Şehrîban Dulek (15) a ku ji 8 saliya xwe heta niha li kuçeyan bi gogê dilîze û wek “Messî”ya taxê tê zanîn û niha bi awayekî lîsansî lîstikvana Pendîksporê û Cansû Kaya (14) a ku lîstikvana Dûdûllûsporê ye, behsa nasîna xwe yî bi futbolê re kirin. Messiya taxê Şehrîban Şehrîban Dulek a ku ji 8 saliya xwe ve li kuçeyan dest bi gogê kir, di lîstikên li taxê wek “Messiya taxê” tê nasîn û niha li Pendîksporê wek lîstikvaneke bi lîsans dilîze, ji dema dibistana navîn heta niha di tîma dibistanê de cih digire. Dulek vegot ku, dema wê dest bi lîseyê kiriye, bi piştevaniya mamosteyê xwe yî bedenê Çagdaş Tore qulûbeke futbolê vekirine û wiha axivî: “Ji 8 saliyê heta niha di lîstikên taxê de gazî mn dikin. Ji wê çaxê ve ez dilîzim.” Dulek diyar kir ku, di futbolê de termeke zayendî ya ‘wek keçikan dilîze’ heye û derbarê vê ferasetê de wiha got: “Lê di lîstikan de her ku min lîst min ev feraset ji mejiyê wan paqij kir. Min nîşanî wan da, heke jinek bixwaze, bê çiqasî dikare baş bilîze.” 'Herî zêde jinên malbata me piştevaniya min kirin’ Dulek anî ziman ku, dema wê dest bi futbolê kiriye herî zêde jinên malbata wê piştevaniya wê kirine û wiha axivî: “Ji pîra min bigire heta xwişka min a biçûk, her kes piştevaniya min kir. Beriya her lîstikê diya min li min digere, berî ez ji malê derkevim xwişk û birayên min ji bo min serkeftinê dixwazin. Baweriy xwe ya bi min bi bîr dixin.” Dulek da zanîn ku hedefa wê ew e ku, transeferî tîma Parîs Saînt Germaînê bibe û wiha axivî: “Ez wisa difikim; di futbolê de cudahiya di navbera jin û mêr de, ji bilî hêza fîzîkî pêvtir ne tu tişt e jî. Lê futbol jî, ji hêza fîzîksel bêtir, çalakbûyînê esas digire, ew jî li gel me zêdetir e. Heke jin bixwazin futbol jî tê de, di her qadê de ji mêran bêtir dikarin serkeftî bibin.” Li ser israra dayika xwe dest pê kiriye Lîstikvana Dûdûllûsporê Cansû Kaya ya ku li ser israra diya xwe dest bi futbolê kiriye jî wiha got: “Sal û nîvek berê, li ser israra diya xwe nasîna min û futbolê çêbû. Qet ne di bîra min de bû. Ji ber eleqeya birê min bi futbolê re zêde bû, diya min xwest ez jî bi futbolê re eleqedar bibim û bawer dikir ku ez ê serkeftî bim. Zaf memnûn im. Di destpêkê de min digot ez ê nikarim bikim, lê bi demê re min ew tirsa li ser xwe avêt. Niha zaf ji futbolê hez dikim.” 'Kontrolo me ji ta mêran zêdetir e’ Kaya ya ku lîstivaniya defansê dike wiha got: “Bi taybetî heke kekê min û dayika min piştevaniya min nekirnana, ez ê qet serkeftî nebûma.” Kaya da zanîn ku di navbera futbola jin û mêran de gelek cudahî heye û wiha axivî: “Bi ya min, heke jinek bixwaze dikare di her tiştî de ya herî serkeftî bike. Ji bo me carinan futbol vediguhere sporeke zaf sert jî. Dema performansa me qels bibe, em jî pêngavên sert dikin. Lê dîsa jî kontrola me ji ya mêran bêtir e.” 'Her jina ku bixwaze dikare biceribîne’ Kaya vegot ku, ew herî zêde ji lîstikên li taxê hez dike, di van lîstikan de pşvan tune ne û bi terzekî sertir tên lîstin û wiha got: “Li wir gelek caran em sertir dilîzin, gelek caran diqîrin, lê kêfa ku lîstikên taxan didin min ez nadim bi lîstika tu derê jî.” Kaya wiha domand: “Li derve bi hezaran jinên ku sempatiya wan a ji bo futolê heye. Ev jin hinekî ji ber tirsa xwe, hinekî ji ber ya civakê xwe ji sporê dûr dixin. Destpêkê ez jî zaf ditirsiyam, lê xwesteka min hebû. Dema mirov bixwaze her tişt pêk tê. Bi ya min divê her jina ku eleqeya wê bi qadê re heye, biceribîne.” (red)