Baluken: Erdogan li pêşiya alîkariyên diçin Şirnexê dibe asteng 2016-10-13 14:48:39 ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, diyar kir ku xebatên alîkariyê yên ji bo Şirnexê hatine destpêkirin bi fermana Serokomar Erdogan ve tên astengkirin û ji bo Şirnexê banga alîkariya mirovahiyê li Neteweyên Yekbûyî kir. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken di Lijneya Giştî a Meclîsê de axivî. Baluken, bal kişand ser "qedexeya derve" ya ku li Şirnexê didome û wiha got: "Li li 80 bajarên Tirkiyeyê OHL heye lê li Şirnexê zilmek ku navê wê ne di dîrokê ne jî di mirovahiyê de heye tê meşandin. Ev 213 rojin yanî 7 mehin şirnexî nikarin bikevin Şirnexê. Em bi rejîmek ku ev 7 mehe li bajar qedexeya derve îlan kiriye û navenda wê hildiweşîne re rû bi rû ne. Heta nihat hemû alîkariyên ji Şirnexê re tên rêkirin tên astengkirin. Zîhniyeta ku Şirnexê xiradike û talan dike li pêşiya alîkariyan jî dibe asteng. Hemû alîkariyên ku tên şandin bi fermana ku ji vir tê dayîn walî desteser kirine. Destûr nayê dayîn ku rêxistinên saziyên sivîl alîkariyê bibin Şirnexê." Baluken, anî ziman ku bi hatina zivistanê re xebatên ji bo welatiyên Şirnexê yên di bin konan de dijîn bi fernama Serokomar Erdogan ve hatine astengkirin û wiha pêde çû: "Ji bo gelê Şirnexê dibin kon û sermayê de zivistanê derbas bikin xebatek taybet dimeşînin. Divê hûn bersivê bidin pirsên me. Projeya we ya li Şirnexê çiye? Xebatên we çine? 400 malbatên ku niha li dervene dê zivistanê çawa derbas bikin? Ger hûn destûrê nadin me hûnê bi kîjan projeyan alîkariyê bidin van malbatan? Me dizanin hûn çima nakin, dema we li Şirnexê konteynir danîn hûn ji wêneyê ku we gelê xwe li ser axa xwe koçber kirine tirsiyan. Me bisedan caran bang kir û em dîsan bang dikin; ger hûn ji wî wêneyê ditirsin û tiştekî nakin, hûnê dest jê berdin û dê saziyên sivîl tişta pêwîst bikin, dê gel bi xwe bike. Baluken, hikûmeta AKP'ê bi zanebûn dixwaze Şirnexê bê mirov bihêle. Balıuken, bang li Neteweyên Yekbûyî kir û wiha axivî: "Dewlet bi derfetên xwe li ser Şirnexê konsepteke taybet dide meşandin. Alîkariyên ku Neteweyên Yekbûyî ji bo Helebê kirin divê ji bo Şirnexê jî bike. Em ê binêrin dema ku ji NY alîkariya mirovî hat hûnê dîsan rabin alîkariyan asteng bikin an na?" Baluken, derbarê dîtina Rêverbirê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter de jî wiha got: "Em ji sax rizgarbûna Hurşît Kulter serbilindin. Kulter, ji ber kampnayayên me dabûn destpêkirin bisaxî rizgar bû. 3 rojan ji aliyê komek çeteyan bêyî ku bixin fermiyetê hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat. Kulter, bi saya kampanyayan ne hat qetilkirin, ji bodruma ku lê dihat girtin reviya, piştî rêwîtiyek zehmet daxuyaniyek da raya giştî. Ji ber me ne hestiyên Kulter gotinên wî bihîstin em serbilindin. Xweziya 141 Hurşîtên ku li Cizîrê hatin qetilkirin bi vî awayî hatibana rizgarkirin." (mb)