Tuncel çû avahiyên HDP û DBP'ê yên Amedê 2016-10-13 14:06:29 AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel çû serdana avahiyên HDP û DBP'ê yên Amedê ku rastî serdegirtina polîsan hatin. Hevseroka Giştî ya DBP Sebahat Tuncel, endamên Lîjneya Rêveberiya Meclîsa DBP’ê, endamên KJA’yê, û rêveberên KCD’ê û gelek welatî çûn serdana avahiyên HDP û DBP’ê yên ku duh bi şev rastî serdegirtina hêzên dewletê hatin. Tuncel û heyeta pê re ewil avahiya HDP’a Amedê ziyaret kirin û li rewşa HDP’ê hat pirsîn. Tuncel û heyeta pê re piştî li gel rêveberên HDP sohbet kirin û piştî vir derbasî avahiya DBP’a Amedê bûn. Tuncel û yên pê re li vir ji aliyê rêveberên DBP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Tuncel û heyeta pê re demek dirêj li avahiya DBP’ê lêkolîn kirin û bi rêveberên xwe yên bajêr re sohbet kirin. Piştî serdana avahiya DBP û HDP’ê Tuncel û heyeta pê re derbasî Buroya Navenda Giştî ya DBP’ê bûn. (kom/bg/sa)