Raporên otopsiyê îdiya 'çek arîze da' pûç dike 2016-10-13 13:54:07 GOKHAN ALTAY/NÎMET OLMEZ COLEMÊRG (DİHA) – Rapora otopsiya 4 welatiyên ku li Geverê di encama gulebarana maşîneyê zirxî de hatin qetilkirin daxuyaniya fermî ya rayedaran a "çekê arîze daye" pûç kir. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, encama raporên otopsiyê yên 4 welatiyên di encama gulebarana maşîneyê zirxî jiyana xwe ji dest dabû aşkere bû. Di rapora li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê de encamên derketin holê îdiaya daxuyaniyên fermî yên “çekê maşîneye arîze daye” jî pûç dike. Safali û Buldan ji ber guleyên serê wan ketiye jiyana xwe ji dest dane Di rapora otopsiyê ya Rahmî Safali ku teşhîsa wî ji aliyê birayê wî ve hatiye kirin de ev agahî cih digirin: “Mirina kesî, bi birîndarbûna guleyan pêk hatiye û di encama guleyê de xwîna di damarên de herikî ye mêjûyê”. Dîsa di rapora Serhat Buldan ê 16 salî de jî heman rewş hatiye vegotin. Li gorî rapora otopsiyê ya Buldan jî gule li pişt laşê wê û serê wê ketine û di encama vê de jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de ev tişt tên gotin: “Di pişt hestûyên serê wê (herêma oksipital) û çepê çeneyê de gule hatin dîtin. Bi girêdayî birîndarbûna guleya çekan di hestûyên piştê de û mendibulayê de şikestin pêk hatine û di encama şoka meduller de jiyana xwe ji dest daye.” Dîsa di raporê de agahiya bavê Buldan, Hasan Buldan ji ber bûyerê gilîdar bûye jî cih digire. Tumen jî ji guleya pişt û milê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye Di rapora otopsiyê ya Aydin Tumen ê mudaxaleya yekemîn ji aliyê bavê wî ve hat kirin û piştre rakirin nexweşxaneya navçeyê de jî tê gotin ku Tumen ji ber guleya piştê laşê wê ketiye û milê wî yê çepê ketiye birîndar bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî di rapora Necdet Îşozu jî sedema mirinê wek guleya li singê ketiye tê nîşandan. (sa)